Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [berhudan] de;

7. dema ez hatim dinê bavê min li girtigehê bû. xebera min digihişte bavê min û dibêje apê min û diya min navê kurê min bikin berxwedan ji ber ku ez li vir ber xwe didim. mixabin apê min difikire û dibêje ev navek metirsîdar e bila navê birazî min bibe xelîl û heta bavê min li girtigehê derdikeve li nasnameyê de navê min wek halîl dinivîsinin. heta ez diçûm dibistanê jî bavê min digote min berxwedan. ji ber vî keça apê min ya ku qet kurdî nizane û tirkîyek stenbolî diaxife navê min xistubû berhudan. Min herdem jê nefret dikir û hê jî dikim ji vî qasê.

(bnr: true story)

têbinî: ev nayê wî wateyê ku ez navê xwe naecibînim. xelîl naveke pirr xweşik û watedar e.



13.07.2018 13:11 | xelîl