Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [squid game] de;

4. rêzefîlmek e.

min piştî pesnên zêde zêde darî kir. senaryoya rêzefîlmê ne resen e. nexasim li asyaya rojhilat û başûr de fîlm û rêzefîlmên bi vî rengî pirr in (bnr: parasite). lê listikvaniya aktor û aktrîsan serkeftî ye.

wek doesntmatter jî li jor gotiye bandora kapîtalîzma hov û neolîberalîzma ku piştî têkçûna Sovyetan a li asyayê qewimî, li ser koreya başûr jî zêde bû. jixwe piştî japonyayê yek ji dewletên Asyayê ye ku di warê sanayî, fînans û teknolojiyên enformasyonê de pêş ketiye lê vê yekê saya serê keda erzan (low-cost labor) a gelê xwe yê hejar de bidest xistiye. piştî pêşketina polîtîkayên neolîberalîzma global, ev keda erzan a hejaran roj bi roj heliya û ket di bin deynê de. îro koreya başûr yek ji dewletên ku newekhevbûna berbilaviya dahatûyê ya di nav gel de herî zêde ye yanî ferqa dahatûyê ya di navbera herî dewlemend û herî hejar de gihiştiye asta fezayê ku meriv nikare hesab bike. ev yek bê edaletî ye. li ser vê yekê lêkolînên sosyolojîk û ekonomîk kêm hene mixabin.

ev rêzefîlm jî wek fîlma parasite dixwaze vê rewşê bi awayekî sosret bide berçav. ser ket? na! jiber ku kes van tiştên min li jor eşkere kirine nizane anjî naxwazin bizane. hemû li ser listîkan disekinin lê wate, bandor û tehakûma pereyê û rewşa aborî ya gelê koreya başûr û ya dinyayê xema kesî nîn e. em hemû di nav lîstika squid game de ne û ji bo pereyê û ji bo debara xwe, xwe û hev dixwin, dikujin û difiroşin û du sê kesên (%1ê hêrî zengîn) dewlemend li ser me şert digirin û ji bo kêfên xwe, me dikin reşe û bi me dilîzin.

îro elon musk hema ji bo mêvanên xwe bide kenîn, dikare bi tweetekî hemû piyaseya coinan an jî sektora fînansê tevlihev bike û hemû ked û sermiyana milyonan însanên hejar bike pûçûvala û winda bike bêqimet bike. ev yek tenê serê xwe rewşa me ya trajîkomîk dide nîşanê me. meriv baş lê binêre, ferqa squid game û ya jiyana rastîn tune ye. tenê xwîn û kuştinên hov tune ne anjî berbiçav nîn in.

welhasil: 80



08.10.2021 22:36 | xelîl