Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [flanor] de;

1. Ango flâneur

Peyveke Frensî ye û tê wateya eware, betal û terkeser.

Di sedsala 19. de dema serdema sanayiyê ji bo mirovên ku wek huner rojên xwe di van kolan û qerebalixên bajêr de bi meşandinê dibihurînin re hatiye gotin. Flanor ji meşa derveyî ya bi taybetî ya bajêr feyz digirin û kolanan ji xwe re wek kargeh û dibistan dibînin. Bi saetan dimeşin, li ser bankekî an jî li kafeyekê rûdinin, çavdêriya mirovan dikin, li ser her tiştê difikirin, not digirin. Pirraniya wan piştî demekê, berhemekê derdixin holê yanî flanor bi awayekî din hunermendên potansiyel in ku li hêviya îlhamê ne û rojên xwe li der û dora bajêr bi lêgerîna vê îlhamê derbas dikin.



09.05.2021 18:57 | xelîl