Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li kercewsê tecawizkirina zarokek 15 salî] de;

8. bûyera ku bûye henceta devavêtinê ya ji bo azadiya jinan. erê ti sûcê wan cexşan şîrheraman kotiyan, yên ku yek ji encama pargala zayenda civakî ne, tune ye lê hemû sedem girêdayî azadiya jinan e. sûcê wan tecawizkeran nîn e, lê sûcê wê keçikê ye ku ye, ku dijî, ku vajînaya wê heye, ku memikên wê derdikeve.

diviyabû dernekeve derve, bi kesî re neaxiviya, tenê li malê, di kunçikekî de rûnişta û xwarinan çêkira, firaxan bişûşta. belku wê çaxê jî ji aliyê bav, bira û pismaman ve bihata tacîzkirin û tecawizkirin. lê tiştek nabe, malbat e. dîsa jî sûcê keçikê ye.

li gercowsê û kurdistanê bi rastî jî azadiya jinan û zarokan hebûya û kanûn, nîzam û pergala normî li aliyê jin û zarokan bûya, dê ew kotiyên heram biwêriyana tecawizê keçikeke 15 salî bikirana? em bi rastî jî mêr bûna, dê me bihişta ew mîkrobên ziyanok ên civakê di nêv me de debara xwe bikin, bijîn?

Pêşiya ku dev bavêjin şêweya jiyana jinan, li xwe binêrin de ka hûn çawa li jinan dinêrin? li ber çavê we hêjayê jinan çi ye? trolekî tiştekî virtîvala û cahîlane gotiye, hinek jî ew mafdar dîtiye.



08.12.2020 13:03 | xelîl