Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferdinand] de;

4. Fîlmeke anîmasyonê ye. Di fîlmê de hinek dîmenên klîşe hebin jî him bi peyamên xwe him jî bi pêkenokên xwe fîlmek serkeftî ye.

Bi min du peyamên sereke hene fîlmê de: meriv/heyber li hemberî tundiyê, şerkirinê û kuştinê bi hezkirin, sebr û aramiyê jî dikare bisekine.

Û herwiha wek li jor biruya Hayao Miyazaki jî gotî peyamek ji bo zayenda civakî jî heye. Zordariya civatê ya ji bo mêraniyê (Masculinity) jî dide berçav. Çawa civat zor dide kuran ku xwe wek şervan û şerker bibînin û her tim ji bo şerkirinê û tundiyê xwe feda bikin.

Lê ferdinandê me, yê ku gayekî kulîlkhez, dilnerm û xwînşîrîn e, wan normên civakî bi wêrekî (ne wêrekiyek mêranî) bin pê dike. Her çiqas peyamên wê yên sosyolojîk hebin jî fîlmek komîk e û meriv bê sekinandin dide kenandin jî.*

Em werin wergera hayao. Wergerekê newaze ye û mîna avê diherike. Tenê tiştek heye ku ew jî: hinek hevokan de kirde û qertafên lêkeran ji hev nagirin.
Mînak: (mînaka min e. Yên fîlmê nayên bîra min*)
-tu dikare? (Xelet)
-tu dikarî? (Rast)
Ev rewş bawerkem herêmî anjî devokî ye ji ber ku li twîtterê jî gelek caran rast têm.

Ji xêynî vê yekê wergerekî muhteşem çêbûye. Dest û milên wî sax bin.*



17.05.2020 16:42 | xelîl