Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [umberto eco] de;

1. Romannûs, rexnegir, feylesof, dîroknas û profesorê îtalî. Sala 1932an de ji dayîk bûye di sala 2016an de koça dawîn kiriye.

Bi pirranî bi romana xwe ya il nome della rosa (navê gulê) ya ku qala bûyerekê nepen a dîrokî ya di demên serdema navîn de dike tê nasîn.

Herwiha gelek xebatên wî yên dîrokî û felsefî hene. Yek ji favoriyên min jî pirtûka wî ya ku li ser dîroka nexweşikbûn û sikbûnê disekine ye. Navê pirtûkê bi tirkî çirkinliğin tarihi ye. Xwezî bo kurdî bihata wergerandin û min bixwenda.

Vê gavê romana wî ya navê gulê dixwînim. Gelek baş diçe. Nepenî, felsefe, dîrok û ol, her tişt heye. Ez ê piştî xwendine mijara wê vekim.*



05.05.2020 03:41 | xelîl