Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jinên pêşewayên kurd] de;

3. Mijara ku bawer im ji bo meşrûkirina zewacên pirhejmarî hatiye vekirin. An jî ji bo gengeşiyê...

Bapîrê min jî bi du jinan re zewiciye. Çi bikim ? Biçim 2 jin bînim ji xwe re? Bi sedema çi ? Ev dijminatiya zayendê ji bo çi ye heyran? Hûn ji çi ditirsin? Ji bihêzbûna jinan? Ji jiyanek wekhev û hevpar?

Yaw êdî dev ji vê hişmendiya kirêt berdin. Dema jin xwedî gotinek bin û di civatê de asta mêran de bin, ev nayê wê wateyê ku hûn mecbûr in bawerî, bîrdozî an jî şêweya jiyana xwe biguherînin. Dîsa bawer bikin heyran lê bêyî ku komekê anjî zayendekê bêxin di bin bandora xwe de û wan bikin xulamê xwe.

Dibêjin hevzayendî nexweşiyek(!?) e lê bi min esil newxeşî zayendperestî ye. Nexweşiyek e wisa ye ku bi ti awayî ji laşê civata me nayê derxistin.

Mixabin.



02.05.2020 13:14 | xelîl