Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojên karantînayê] de;

8. Rojên ku bûne sedem dîsa rûnim û fîlman wergerînim. Newêrim derkevim derve, ji xwe li derve jî hewa serma, tarî û bedbîn e, hema ji xwe rûdinim û di demên ji kar dimîne de dixwînim, werdigerînim, temaşe dikim û hwd.



12.12.2020 23:04 | xelîl

2. Roja 32an e ku ez ji malê wek malofîs dixebitim. Her çend jiyana berdewamî ya li mal ve îza û zehmet be jî û carinan ji bêhntengiyê hema bêm rewşa teqînê jî, dîsa vê rewşê wek serpêhatiyek û tecrûbeyek dibînim.

Gelek proje û aktîvîteyên ji bo jiyana malê hene ku min hertim dixwest pêk bînim lê ji ber ku ez li malê nedisekinîm û wextê min tune bû min nedikariya. Niha derfet çebû û ez jî efû nakim. *

-Gelek pirtûkên di rêzê de bûn min hema hema qedandin
-fîlm û rêzefîlman temaşe dikim
-hînê nan çekirinê bûm *
-du puzzle kirin û ji niha ve xilas kirin*
-wergera fîlman dikim
-hînê çêkirina gelek xwarên nû bûm
- Û hwd.*



15.04.2020 20:46 | xelîl