Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vîrûsa koronayê] de;

137. Nexweşiya ku min jî bihurand mixabin. Zêde giran nebû: hinek tayê û serêşê bi min girt û hertim bê hal û bê qîdûm bûm. sê rojan dewam kir lê piştî wê tiştek nema. Diho karantîna xelas û îro derketim derve.



30.11.2020 22:43 | xelîl

135. her çiqas nûçeyên dîtina aşiya koronayê belav bibe jî belavbûna aşiyê bixwe dê salek zêdetir bigire. lewma bi taybetî dewletê paşdemayî û yên pêşdikevin di bin talûkeyê de ne.

hejmara nexweşan li dinyayê gihişt 60 milyonan û hejmara miriyan jî gihişt 1.5 milyonan. Here lînkê



24.11.2020 01:59 | xelîl

119. hejmara nexweşên vê nexweşiyê 4 milyonan û ya miriyan jî 280 hezaran bihurandine. her çiqas hejmara nexweşan li dewletên pêşketî û yên ewilîn ji nexweşiyê para xwe hildan kêm bibe jî li dewletên nepêşketî û feqîr yên gelek qerebalix in de berbilavtir û bihêztir dibe. kifş e bandora nexweşiyê di wan welatan de wê bibandortir û xirabtir bibe.



11.05.2020 00:53 | xelîl

113. Hejmara mirovên ji ber vê vîrûsê nexweş ketine bûye 3.2 milyon û hejmara miriyan jî bûye 213 hezar.

Here lînkê



02.05.2020 02:53 | xelîl

102. Hejmara nexweşan li dinyayê bûye 1.7 milyon û li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bûye 52 hezar.

Hejmara miriyan li dinyayê bûye 107 hezar û li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bûye 1101.

Piştî bûyera diho ya li Tirkiyê qewimî, kifş e dê hejmsra nexweş û miriyan zêdetir û berbilavtir bibe.

Here lînkê



11.04.2020 23:41 | xelîl

97. Vîrûsa ku kifş e di vê meha avrêlê de wê berbilavtir û geştir bibe. Sîstema navneteweyî wê çiqas û heta kengê li ber xwe bide nizanim lê ezmûnekê mezin dide niha.



06.04.2020 05:06 | xelîl

91. li dinyayê hejmara mirovên ku jiber vê vîrûsê nexweş ketine bûye 1.1 milyon û yên mirine bûye 60 hezar.

li tirkiyê û bakurê kurdistanê hejmara nexweşan bûye 20 hezar û ya miriyan bûye 425.

nexşeya koronayê ya zanîngeha john hopkinsê: Here lînkê



04.04.2020 19:33 | xelîl

81. Hejmara nexweşên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê gihiştiye 10 hezaran û hejmara miriyan jî gihiştiye 131an.

Here lînkê



30.03.2020 01:20 | xelîl

72. Wê bibe sedema krîzek global û di sîstema navneteweyî de guherînên girîng bi xwe re bîne. Reaksiyonên ku dewletên mezin didin dê piştî pandemîyê cihê wan ên nû di nav vê sîstemê de kifş bike.

Û herwiha ev nexweşî qelsiyên di nav pergala birêvebirina dewletan û hikumetan de jî derxistin holê. Û wê ev jî bibe sedema jêpirsînên bideng ên ji aliyê girseyên mezin ve. Yek ji van jêpirsînan jî ew e ku heta niha çima bi milyaran serwet ji bo tiştên leşkerî hatiye xerckirin lê ji bo teknolojî û kapasîteya pergala tenduristiyê zêdetir pere nehatiye dayîn.

Li vir bill gates di sala 2015an de di axaftineka xwe ya tedê de li ser mijara xetereya pandemiyek cihanî diaxife û qala qelsbûn û nebesbûna sîstema tenduristiyê ya navneteweyî dike û dibêje sibe dusibe pandemiyek biqewime wê bi mîlyonan însan bimirin. Lê tu kesî guhdarî gotina vî camêrî nekiriye mixabin.





26.03.2020 23:02 ~23:05 | xelîl

55. (bnr: pandemî)

êdî bûye pandemî û rê li ber nayê girtin. jiber vî qasî dewletên mezin dixwazin belavbûna nexweşiyê bi awayek hêdî û giran bêxin di bin kontolê xwe de, ji ber ku kapasîte û fonksiyonên sîstema tendurustiyê ji hedê xwe zêde nexweşan n,kare hilîne.

û herwiha hejmara nexweşan 250 hezaran û hejmara miriyan jî 10 hezaran bihûriye.



20.03.2020 09:25 | xelîl

49. Rewşa nexweşiyê li Tirkiyê:
- 97 nexweş ketiye
- 1 miriye

Li cihanê:
- 184,876 nexweş ketiye
- 7,529 miriye

Here lînkê



18.03.2020 11:19 | xelîl

42. Li Tirkiyê Hejmara nexweşan bûye 18.

Li gorî îstatîstîkên rêxistina tenduristiyê ya cîhanê (who) jiber vê vîrûsê li cihanê 163 hezaran zêdetir mirov nexweş ketine û 5746 mirov mirine. Û li 146 welatan ev vîrûs belav bûye.

Çavkanî: Here lînkê



16.03.2020 08:43 | xelîl

40. û herwiha jî aliyê partiyên kurdan ve li bakur pîrozbahiyên newrozê ya 2020an hatin betalkirin.



13.03.2020 11:30 | xelîl

39. û herwiha li tirkiyê hinek pêşgirî ji bo belavnebûna vîrûsê hatine kirin.

- dibistan hatin betlanedan,
- ji bo hinek karmend û saziyên dewletê qedexeya çûna derewelat hat dayîn,
- û hwd,



13.03.2020 11:28 ~2020.03.18 09:56 | xelîl

38. nexweşê/a duyemin jî peyda bûye li tirkiyê. kifş e ku van rojan wê jimar nexweşan zêde bibe jiber wextê kurkbûna vîrûsê hêdî hêdî diqede.



13.03.2020 11:20 | xelîl

30. vîrusa ku gihiştiye 70 welatan û nêzê 90 hezar mirov ji vê vîrûsê nexweş ketine. û heta niha 3 hezaran zêdetir mirov mirine.



03.03.2020 09:22 | xelîl

29. vîrusa ku meriv dide mereqkirin ku çawa heta niha xwe negihandiye tirkiyê. *



02.03.2020 10:53 | xelîl

23. Vîrûsa ku bandora wê li çînê kêm dibe lê li cîhanê zêdetir dibe. Gelek welatên ji xeynî çînê hejmara miriyan çiqas diçe zêdetir û gurtir dibin.

(bnr: îran)

(bnr: koreya başûr)



23.02.2020 23:41 | xelîl

15. hejmara miriyan gihiştiye 563an û yên nexweş jî gihiştiye 28 hezaran. û herwiha ev vîrus di zarokekî nûçêbûyî de jî hatiye dîtin.

bbc: Here lînkê

nexweşiya ku hê jî dermanek jê re nehatiye dîtin.



06.02.2020 11:50 | xelîl