Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwarinpêj

profîla "xwarinpêj"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwarinên kurdan] de;

18. Ev reçeteyên xwarinên pêjgeha kurdan e. ez jî dizanim çêkirina wan giran e. Nêzîkê 20 reçete destê min da heye. ez wana jî parve bikim , Ku ev reçete qedîyan, Ezê reçeteyên sivik parve bikim



07.01.2018 01:10 | xwarinpêj

16. bilxur peyameke tirkî ye. kurmancî savar e.
savarê sîrê



07.01.2018 00:12 | xwarinpêj

14. (bnr: tirşika zivistanê:)
ji sebzeyên hişkirî tê çêkirin. Berê ji ber ku sebzeyên ter û teze nedima zivistanê ev tirsika kurmanci xwarineke pir hêja bû. Li ber giraran xwarineke xweş bû. Ji ber ku tehm û hilma tave dikeve van sebzeyên hişkiri gava ku zivistanê xwarin ji wan tên çêkirin xwediyê tam û çêjeke taybet in.
Ji bo şeş kesan kel û mel; goste pez bi hesti nivkilo, balicanen hişk du tas, firingiyen hişk tasek, isoten hişk 5 tene, kartol du tene, bi qasi du kevçiyen xwarine ava firingiyan, du kevçiyen xwarine rûne male, 6 dendik sir, xwe û av.
Çêkirina wê
Gost bişon û bixin beroşeke bidin ser agir bila bikele. Heta ku goşt çêbibe. Avê di beroşeke din de bikelinin û sebzeyen hişkirî bişon û di nav de bikelînin. Dema sebzeyên hişk pijiyan berdin sefike û ava wan dawerivinin. Run bixin beroşeke û bidin ser argüneke, ku rûn sor bû ava firingiyan bidin berê bila di nav hev de sor bibin. ku ava firingiyan ji hev belav bû goştê pijiyayî sebzeyên hişk ên kelandî û kartolên ku hatine hûrkirin siran berdin sere. Xwe pê wer bikin tevbidin. Bila hemû di nav hev de biskeke sor bibin paşê ji avgoşte berdin serê bila bipije, wexte tirşik hat hemde xwe bi germi deynin ser sifreye.



06.01.2018 15:53 | xwarinpêj

13. (bnr: serbizêr)
Ew xwarin zêdetir li Çermûka Amedê navdar e. Di rojên taybet ên lihevkombûnê de ji bo mêvanan tê çêkirin.
Ji bo çar kesan kel û mel: Du qedeh nîsk, qedehek savar,pîvazek,çar kevçî rûn,kevçiyek gijnija kutayî, kevçîyek îsota hûr, xwe, pênc qedeh av
Çêkirin:
Rûn bixin beroşekê û danîn ser argûnê. Pîvazê hûr bikin û berdin ser rûn û bila tê de sor bibe. Ku pîvaz di rûn de sor bûn, nîskan berî ser bidin, bila qasekê di nav hev de sor bibin û paşe avê berdin ser. Bila bikele heya ku ji şorbeyê tîrtir dibe. Gava ku xwarin amade bû, îsota hûr û gijnîjê lê bireşînin. Xwêya wê pê wer bikin û ji ser agir hildin. Xwarinê bixin derdanekê,di nav we de kortekê çêkin, rûnê malê di tewayê de biqijilînin û berdin serê. Bi germî deynin ser sifreyê.



06.01.2018 15:51 | xwarinpêj

12. (bnr: kalek)
Navê xwarineke quşxaneyê ya bigoşt e.Di pêjgeha kurdan de xwarenên ji, tijekirina goştê bi hestî hene. Yek ji vana jî kalek e. Xwarineke derdora Lîce ye paşê belav û navdar bûye.
Kel Û Mel:
2 qedeh av
Li ser daxwazê hinek ava firingiyan
4 kevçîyên xwarine rûn
Parxanên kar an berxê
250 gr pilê mihê
2 qedeh birine
Qedehek behiv
Kevçîyeki şiraniyê îsota reş
Kevçîyeki şiraniyê xwe
Kevçîyeki xwarenê bexdenûsa hûrkirî û rihan
Kevçîyeki şiraniyê biharat
Çekirin:
Birincê bixin nava ava şor, heta av sar bû bihêlin. Goşte pîlê tike bikin, tevî qedehek av têxin quşxaneyê, heta ava wê
miçiqî,biqelînin.
Di quşxaneyêke din de rûn biqelînin. Birincê bişon, di nava rûn de biqelînin, berdin nava quşxaneya goşt, sawareke (pilaw) nîvpehtî çêbikin.
Behîvên di avê de bixaşînin, xalikên wan rakin, bişon, dawerînin, di nava rûn da biqelînin. Savar, rihana hûrkirî , bexdanûsê û biharetê tevlî bikin, tevdin.
Nava hestîye parsûyan û goştê wê vekin, bi vê savara yan têkela we amedekarîye, tijî bikin. Ne zêde ne jî kêm tijî bikin. Ava firingiyan bi ser parsîyan de bikin di nava rûn de biqelînin. 3 qedeh av lê zêde bikin,
xweya wê kontrol bikin, derxûnê bigirin. Berê aliyê hestî yê parsuyan bidin jêr, paşê jî yê goşt. Bi qasî 3, 4 seatan bikelînin. Paşê jî ji bo ser sifreyê amade bikin.



06.01.2018 15:49 | xwarinpêj

11. (bnr: hebenîska amedê)
Bi danê spî û goştê pîlê yê bihesti yê mihê tê çêkirin. Hebenîsk xwarineke kurdistanî ye, li tevahiya herêman kêm zêde terîfeya wê yek e. Ev terîfe ya herêma Amedê ye. Ji bo vê xwarenê qemçikên bacanên reş ên hişkirî pêwist in.
Kel û Mel :
1/2 kg goşte pîlê yên bihestî yê mihê
1/2 qedeh danê spî
1/2 qedeh nîsk
1/2 qedeh nok
10 qemçikên bacanreşkê yên hişkirî
1/4 qedeh rûnê malê
2 serî pîvaz
Kevçiyekî xwarinê ava firingîyan
Çekirin:
Kevçiyekî xwarinê gîjnîj, şiraniyê îsato îsato sor, Kevçiyekî îsota reş, Kevçiyekî şiraniyê xwê goşte hûrkirî berdin quşxaneyê, dan û nîskên şuştî ji berdin ser û bidin ser agir. Du caran kelê pê bînin û kefa wê bigirin. Qemçikên bacanreşkê hûr bikin, berdin navê. Rûn bihelînin, pîvaza hûrkirî biqilînin, ava firingîyan jî. Piştî qemçikên bacanan berdin nava goşt. Gijnîj, xwe, îsota sor û îsota reş tevlî bikin, bihelînin bila heta tehma xwe digire.



06.01.2018 15:48 | xwarinpêj

10. (bnr: qelîsêl)
Ji ber ku ev xwarin li ser sêlê çêdibe navê wê kirine qelîsêl an sêleqel. Ji qelandina goştê berxan re tê gotin. Di sêlê de û li ser agir tê çêkirin. Ger ku malzeme peyda bibe xwarineke ku çêkirina wê hêsa û pratîk e. Li gor malzemeyên ku tên bikaranîn û hostayên ku çêdikin, cudahîyên wê hene. Wekî mînak li navçeya Çinarê ev xwarin bi goştê hestî tê çêkirin,lê li hin deverên din jî sebzeyên cur be cur didin berê .
Çêkirina wê;
Ji bo çar kesan kel û mel:
Kîloyek goştê berxê, kevçîyek rûnê malê, xwe
Goştê xwe hûr bikin. Argûnê pêxin, sêla qelîyê deynin ser, goştê xwe bikin sêlê. Heta ku ava goşt ziwa bibe bila bipije. Paşê kevçiyek rûnê malê bidin ber bila goşt tê de sor bibe xwêya wê pê wer bikin û bi germî deynin ser sifreyê.
*Qelîsel=Saç kavurma



06.01.2018 15:46 | xwarinpêj

9. (bnr: mirtoxe)
Kel û Mel:
Ar, hêk, rûn.
Çekirin:
Rûn tê helandin û piştre ar dikin navê û tevdidin heta ku ar baş diqume. Pişt re jî hêkê bi ser de dişikênin û tevdidin heta hêkên wê bipijin. Serê sibehan bi hingiv an rîçalê re tê xwarîn.



06.01.2018 15:43 | xwarinpêj

8. (bnr: gudik)
Ji bo çar kesan kel û mel:niv kîlo danhêrik,nîv kîlo hûrikê sawarê, serîyek pîvaz,xwe, bi qasî bikele av
Çêkirin:
Danê hêratî û hûrikên sawar bikin ser hev. Hinek ave berdin serê bila demekê bimîne û binermije. Paşê xwêya xwe pê serbilind û bicehiqînin. Gava ku hevîrê we çêbû gudikên pehn û gilover jê çêkin. Mezinahîya wan bila bi qasî kefa destê we be û bi qasî destê we qalind bin. Ava xwe bikin beroşê û bidin ser agir. Piştî kelîya gudikên xwe bavêjin nava avê. Di nav ava şor de bi qasî deh deqîqeyan bikelînin. Piştî ku pijiyan derxin,deynin ser lengeriyekê. Bi kevçîyekî darîn hûr bikin. Rûnê xwe biqijilînin li ser bigerinîn û deynin ser sifreyê.



06.01.2018 15:40 ~15:40 | xwarinpêj

7. (bnr: keşkerun)
Navê wê ji "keşk" û "rûn" pêk tê
Ji bo çar kesan kel û mel:
200 gr Keşk
Nîv kîlo danê hêrayî
Sê kevçî rûnê malê
Kevçiyek rihana hişk
Kevçiyek îsota hûr
Xwe
Şeş qedeh av.
Çêkirin:
Serê pêşîn keşka xwe bixin derdanekî, ava şîregermî berî ser bidin û li hev bidin heta ku keşka we bibişive, dewê keşkê berdin beroşê û daynin ser argûnê bila bikele. Dema ku dewê we bi kelê ket danê xwe berdin navê, xwêya wê bavêjinê û car caran tevbidin û li ber bin, gava ku danê we pijîya rûnê malê bixin taweyekê û bidin ser argûnê bila biqijile. Ku run qijîlî ji ser agir hilînin. Catirî, îsota hûr û rihana wê tevlî bikin. Li hev bidin û berdin ser danê ku di keşkê de hatiye pehtin û bi germî deynin ser sifreyê.



06.01.2018 15:38 | xwarinpêj

6. (bnr: tirşika kerengan)
Ji bo car kesan kelûmel:
kiloyek kereng
400gr goştê çinîkirî
du kevçiyen xwarine runê malê
se dendik sîr
du gedeh bi qedeha avê ava simaqe kevçîyekî xwarinê ava firingiyan
kevçiyekî çayê îsota reş
xwe
sê gedeh av
Çekirin
goşt bixin beroşekê û deynin ser agir. Bila bipije heta ku jê av diçike. Gava ku av ji gost çikiya rûn bixin ser goşt û bila qasekê di nav hev de sor bibin û ava firingiyan bikinê. Wexta ava firingiyan di nav goşt û rûn de ji hev belav bû ava simaqe ava wê bixin nave, bila goşîte we di nav ave de bipije. Gava gost keliya kerengên xwe yên şûşti û hûrkiri berdin nave xweya wê pê wer bikin û devika beroşê deynin serê. Bila bi hemdê xwe li ser agir bipije. Dema ku tirşa we cêbû îsota reş lê werbikin û bi germî deynin ser sifreyê



06.01.2018 15:14 ~15:21 | xwarinpêj

5. (bnr: keledoş)
Keledoş xwarineke pêjgeha kurdan e. Li herêmên Serhed û Botanê pir tê çêkirin. Li hin deveran cuda bin jî, ji keşkê tê çêkirin. Dan,nok, goşt û giyayên ku zivistanê hişk dikin, tevlî hev dikin û dikelînin.
Ku hazir dibe nan hûr dikin û li ser nan dikin û tê xwarin. Li serhedê ji sîr û maste çêdikin. Berkelîna we nan an pelhevîrka badayî (hin caran dagirtî), sîr, mast, îsota reş, run, xwe ye.
Îsota reş di nava rûnê qijilandî de bi ser de dikin. Li Çewlik,Rojhilata Navin, Sewas û gelekî deveran ji dêvla nanê pijirandî, şikevaya pêçandî û dagirtî bi kar tînin. Li Kanîreşê jê re Sîrepel dibêjin, ev awayê wê hinek cuda ye.
Kel û mel:
Kartol
Nisk
Koştê elokê
Spitang
Elegez
Gulasor
Keşk
Çêkirin;
1.Peşiye av berdidî qûşxaneya bihişdarî , koştê te qûşxaneya bihişdarî de dikele. koşt danîne ciyekî.
2.Av berdidî nav qûşxaneya bihişdarî, Pincarê berdidî qûşxaneya bihişdarî û dikele. Pincar danîne cikî.
3.Av berdidê qûşxanê û nisk quşkanêda dikele. Danîne cikî.
4.Kartola kerî kerî diki nav runda sor dikî.
5.Av berdidî dîzikê û keşkê xwe dixî nav avê divşirî. Kevçî ar berdidî nav dew û hevdixî.
6.Hemû malzemê xwe dixî quşxanekî. Dewê xwe berdidî nav malzema. Du kela dikele û amede dibe.



06.01.2018 15:09 ~15:17 | xwarinpêj