Tirşik - Profîl
tirşik-profîla telebê hz mêdî

profîla "telebê hz mêdî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sala 2019] de;

5. Sala meye bi îzn û emrê allah'ê dilovan, di 21 adarêde mizgîniya biharê hz. Mehdî îfşa dikim gelo ezê hewqas 'elametê wî bibêjim gelo baweriyek û piştgiriyek çewa hebe merakdikim lê ez texmîn dikim wê wekî dema pêxemberê me be wê hinek astengî derên. Herî pir tirşikçiya meraq dikim wê bawer bikin piştî van 'elameta;

40 saliye

Navê wî mehdîye

Çavê wî keske

Rengê canê wî wekî di hedîsande dibêje wekî yê yahûdiyaye meriv nizane kurde(an erebe)

Serê wî piçek mezine

Enya wî firehe

Bi eslê xwe seyide ji erebên sasonê heta digihîje pêxember lê kurda wî asimile kiriye * herwiha ji heft bava wêde bûye kurd..

Li ser milê min û wî yê çepê nura li ser milê pêxember heye yanî şanek sipî wekî qursek an bazinek firehe û por têde hatiye bitenê milê çepê wisaye.

Van tişta hedîs dibêjin ez nabêjim wekî di hedîsande jî dibêje li îstenbolêye wê li wêderê zuhûr bike û dîsa di hedîsande tê behskirin gelek zor û zehmetî dîtiye roj hebû nanê ziwa bizorê peyda dikir ez deh salan jêre xebitîme xwedê zane û ez zanim.. bi kurtî zilm û maslûmî tekerûr dike zor û zehmetî û birçîbûna pêxemberê me dît muceddîdên di peyda hatine teva ev dîtine ev ayeta xwedaye gotiye "heta hun jî van zehmetiya nebînin ji we şitrê hûnê herin cinetê"

Bê kurs, medrese.. gelek bi ilm û zanaye di alî olîde ji melekî/seydakî bêhtir dizane

Divê dewrêde yanî di axir zemanêde kesên bi berbayê şeytanê leîn neketibe hejmara wan kême lê yê hz.mehdî ferzkî limêja wî bi serê wîye tiştek ne di riya xwedêde nekiriye.. jixwe yên min nepirsin : )" dokunulmazlık"a min dixwest xwedê daye min ez (bnr: xocê xizir)im ez çiqas şikir bikim jî hindike di pêşde wê kerametên min jî hebin..

Herwiha ev tev mûcizene jibû kesên kû bibînin ji tirşikçiya tenê wê ev daxwaza min hebe dema ez derketim bibêjim hz mêhdî zuhûr kiriye filan û bêvan.. hun tenê li medya civakî an hetanî dikaribin belavbikin ger hun ji baweriya xwe tirsa ji xwedê hun newêribin belav bikin tenê bibêjin îdiayek wiha heye kesek derketiye dibêje hz mehdî zuhûr kiriye belav bikin û ji min bawer û emîn bin bi îzna xwedayê hedê bê hed hemd jêreye emê dinyayê bikin cineta ser rûyê erdê.......


Not: ev idiayên min teqez rastin wekî hun dizanin ez di tirşikêde çiqas ziman dirêj û ziman çepelim jî lê durustim vira nakim û ne dînim hun dikarin bi dil kî rihet bawer bikin



01.01.2019 21:33 | telebê hz mêdî