Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bilbilê dilkul

profîla "bilbilê dilkul"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kawa nemir] de;

107. rojekê bimrê



15.07.2019 02:23 | bilbilê dilkul

106. Sed heb bîra jî vexwê yekî nikarê ji hişê xwe ve ev qas biçe.

Birastî zimanê wî gelek dewlemend e. Bizanebûnî zimanekî asê bikar tîne. Helbet asêbûn li gorî her kesî diguhere. Peyvên wisa bikar tîne û sêwirandinên wilo dike ku hezar sal jî biçe nayê bîra şeytên jî. Fêlbazê peyvan û sêwîrkaran e. Ehrîmen ê ji dil û can e.

Helbesteke xwe ku Li Dora Zîguratê nav lê kirî ye de xwe peyitandiye. Dibêjê;

kevirên biçûk davêjine Xwedê.

Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin.

Çavên me
bê west û rawest li kevirên reş î biçûk in, em li dora perestgeha
hebûna xwe dizivirin ha dizivirin, derîyên rika xwe ya bedew hê
hişkehişk radidin ha radidin.

Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin.

Siwarên me yên ku ji kuştina Xwedê vedigerin, têne şeva me ya ku
sîng û berê xwe yê lîyan, nava xwe ya qendîl bi ser me de radixe.

Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin.

Em kervirên biçûk davêjine Xwedê û xweya xwe ya berbad
bi rêk dixin, da ku dilê xwe yê ku di şevezengîyê de, bi tirsa hatina
xwedayên biçûktir bi gumegum lê dixe bi yêk bikin.

Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin.

Belku deh sal belku bîst sal dî jî bihure em bixebitin bigihîjin asta zimanê helbestên te. Lê mebêje ku ji mentalîteya min tênagihin.

Dema ku tu tengazar bûyî devikê bîrayên ku te vexwarîye bavêje xwe. Paşî ku têrê te nekê ji şûşeyên wan jî ji xwe re zîguratek çêke û li dora zîgurata xwe çerx bibe.



11.06.2019 17:20 | bilbilê dilkul