Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bilbilê dilkul

profîla "bilbilê dilkul"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [misilman] de;

16. Yaw qewmek heye hema ji kîjan netewê bin jî helwesteke taybet yên wan heye naguherê, karakterîstîk e.

Wek mînak bigre ku di trafîkê de yekî rê neda wan yan jî di asansorê de girtî mane;

Bêeger yekcar dihên hemû tawanan diavêjin stuyê misilmanan.

Birastî eyarê xwe nizanin. Pêşî her kesek xwe bi xwe bixe eyarê.

Xwedê qedera ango bexta her kesî daniye destê wan. Riya rastiyê jî wek xipxuya bo me nîşan û rave kiriye.

Êdî kî xwe bi kiryarên destên xwe sererast bike xwedê wan rast bike. Kî rastbûnê hez nake û napejirêne cihê wan eşkere ye jixwe.

Biya min serê pêşîn devê xwe rast bikin. Xwedê belayek wek kanser û wekî wana bide kesekî devê yekî nikare bigihêje hawara yekî bixwedê.

Karîn, ji bo xwedê nikare bibe dabaşa axaftinê jî. Jixwe karîn ji aliyê xwedê ve hatiye afirandin.

Helbet xwedê dilnerm e , dilovan e.

Lê misogeriyek ango sigortayek nîn e ku xwedê bi belayan mirovan nehêçîne. Xwedê bi vê rêyê jî tiştinan hînî mirovan dike.

Înşaela hîç kesek hêza xwedê bi vê şeweyê tecrûbe nekê.



04.06.2019 02:39 | bilbilê dilkul