Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bilbilê dilkul

profîla "bilbilê dilkul"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirşik forûm] de;

695. Kurdî zengîn e dewlemend e birano.

Û ferhengên kurdî jî bi ew qasî zengîn in.

Her kî peyvek bi şêweya devoka xwe li ferhengan nabîne di binê mijara peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin de romanan ji peyvan dinivîsînin. Ne ji bo ketina gengeşeyê dibêjim. Lê hinek bi berfirehî hîn tiştan em binêrin, lê bigerin, vebikolin bo me hêj çêtir e biya min. Dibe ku mijarek ji wan derkevê.

Digel vê yekê melû li ferhengan heye.
Mîna vê peyvê peyv ewqas zehf in ku li zimanê kurdî mirov çawa dikarê li ferhengan nabînê ev jî mijareke din e.

Gurz heye lod heye deste heye, heye û heye dawî lê nayê.



26.07.2019 03:41 | bilbilê dilkul

686. Gellek spas bo peyamên te simurg56.

Birastî berdêl yên wan peyvan dizanim. Nikarim pirjimar bikim. Dikevim gumanê.

Mînakên ku te daye;

file: pel
files: ?
folder: peldank
folders: ?
downloads: daxistî
download: daxistin

Berdêlên pirjimar yên wan li linuxê çawa hatiye dayîn?

Spas bo arîkariyên we.



27.04.2019 17:45 ~17:46 | bilbilê dilkul

683. Silav û rêz ji we hemiyan re,

Gelo bi kurdî documents, files, downloads... û wekî wanan çawa dihên nivîsandin. Yên dizanin min agadar bikin ji xêra dê û bavê xwe re.

Berdêlên pirjimar yên wanan dixwazim ne yekjimar yên wanan.

Sipas ji bo alîkariyên we. Her hebin û em jî bibînin inşaela.



27.04.2019 04:09 | bilbilê dilkul

682. Wek ne bersivek ji kurd çima zarokan tînin dinê?/109502 re lê;

Destpêkê da bêjim spasxweş bira.

A rastî mijara rizqê ne ji bo coşbûna hestên olî derket. Ev mijar ji ber ku wateya rizq nayê zanîn derket. Ango min vekir. Dîsa bêjim rizq cuda ye budce, pere, mal, milk... Cuda ye. Rizq ne tenê cil û xwarin û perwerdebûn e. Wateyê vî zehf fireh e. Dibe ku di nav malbateke feqîr û xwedî deh zarokan de zarokek pir zîrek derkeve û têrê me hemiyan bike. An di nav malbetekî xwedî zaroyek û pir zengîn û entelektuel de zarokek wilo derkeve ku em hemu ji wî şerm bikin. An jî dikare berovajiya wan çêbibe. Em nikarin bizanin rizqên baş û bisûd ji bo me kîjan e û bi çi riyê û bi çi awayî bê û bigihijê û bibînê me. Em tenê zan dikin. Zan ne agadarbûn e. Agadar bûn zanîn e. Zanîn bi xwe re rewşenbîrbûnê tîne. Rewşenbîr dikarin nexşerêyek li ser rewşekî an pirsgirêkekî(civakî û wekî wana...) pêkbînin û dikarin riya çareseriyê nîşan bidin.

Kurd çima zarok çêdikin. Nizanim filan. Bila kurd zarok çênekin. Nizanim yek tenê çêkin. Ewana gotinên badît nîn in ango asan nîn in. Xuyaye herî kêm sî sal dî jî ev gotin pûç e. Nikarin bên sepandin. Gengaz nîn e. Bi taybetiyên gelê me dijî hev in. Kî bisepînê? Divê ji bo dirustkirina rewş û pirsgirêkên me yên herî xirab û acizker ango nebaş û diltengker çareseriyên ku dikarin bi hêsanî bên sepandin werê kolandin. Fizîbilîte jêneger e. Ê din gotinên vala ne.

Ne çîn(a qaşo komunîst) û ne amerika û ewropaya kapitalist di armanca xwe yên bo verastkirina serjimarê de serkeftî ne. Her welatek bi temenê xwe heye. Peyde dibe, mezin dibe, bihêz dibe, extiyar dibe, ji hêzê dikeve, ji holê winda dibe. Belku careke dî dîsa ji nû ve derkeve holê. Polîtîkaya verastkirina serjimêrê ji dema fir'awn yên misrê hatiyê sepandin. Lê vega here misrê hemû dibêjin em ereb in. Xiptî kêm mane. Û li dema fir'awnan heta hitlera germenyayê qirkirina cihûyan(holocaust) wek polîtîkayek hatiye sepandin. Lê xuyaye ev polîtîka jî serneketîye. Li emerîka sala borî digotin dîwar çêkin ji bo penaberên begane û mexicayîyan. Eger çênekin ji me zêde bin. Waye ew jî serneketin. Hatiye rawestandin.

Jixwe em ne dewlet in jî. Mebhesa me ango mijara me ji wan dirêj e. Nedirûvin hevdû.

Şîrove û pêşniyar û daxwaz û bejim rexne cuda hikm û daraz cuda ye. Ez dibêm Rewşenbîr jî li xwe nabînin bêjin çima zarok çêdikin. Çenekin. Yekî tenê çêkin. Halo çêkin nizanim wilo çêkin. Wek xwendevanên zanîngehê yên qurre : ). Nabêjim tu agaşta rewşenbîrbûna xwe dikî.

Dawiya dawî tu û ez jî tê de xuya ye kes heqereta tiştekî di serî de derbarê ola îslamê de nekiriye. Min tiştek şaş fam nekir. Heke wilo hatibê têgihîştin pêşî ez lêborîn dixwazim. Li min megirin. Başiyê ji we re dixwazim. Bimînin xêr û xweşiyê de.



28.02.2019 06:22 | bilbilê dilkul

681. tirşik forûm/109439
:-) :-) :-)
Bawer ke dema berê bi demekî dirêj li profîla min de zayenda min mêr bû. Min çewtiyek kir herhal ji ber wê yekî guheriye. Çawa min dît dîsa guherand. Êdî xwedê dizane ji kîjan wextê ve wilo ye.
Min navê xwe jî xistiye bilbilê dilkul.
Ne bilbila dilkul. Lê bilbila dilkul jî bûbana li tirşikê baş bûba.



19.02.2019 16:31 | bilbilê dilkul

679. Ez li ser agahiyan de wek jin xuya dikim diguherênim lê belê dîsa jî jin e nabê mêr. Gelo çewtiyek çêdikim, pê nizanim?

Sererastkirin: biborin, vêga min lê meyizand rast bûye. Wek mêr e xuya ye.



19.02.2019 04:07 ~04:11 | bilbilê dilkul

674. Ji bo vê tirşik forûm/108733 bersivê û pêwendiyê gelek spas her hebî kek mîr.

Bi rastî derketina derveyî welat pir bi sext e bo min. Zimanê biyanî bi îngilîzî jî tê de nizanim. Ji xeynî sê stajên min kardariya min jî nîn e. Heke ezê hinek li deverekî kar bikim ji ecemitiyê xwe xelas bikim bo min hêj baştir e. Him jî di vê navê de dikarim îngilîziya xwe pêş bixim. Seretayeki bingehîn li min hebû.
Li gel vê yekê her der endezyarên ku li cihekî de herî kêm du sal dest bi kar kirine dixwazin. Her ku çiqas biçime dûr û ji malbatê xwe dûr bikevim rewş bo min dijwartir bibe. Ezê birçî û tazî çi bikim li wan deran.

Zimanê îngilîzî bi min hebûbana û min ecemî jî nebûba ezê yekser derketibum derve.



21.11.2018 03:48 | bilbilê dilkul

672. silav gelî dost û hevalan,

GerçÎ belkû hûn ne misaîd in lê ez dîsa jî pirs bikim.

min ev du meh e endazyariya avahîsaziyê qedand û eskertî jî kir.
Ji bo ku karekî baş bibînim divê çi bikim?

Dixwazim destpêkê de bi awayeke baş hînî ev karê bim û xwe pêş bixim û him jî naxwazim werim çewisandinê. ûdixwazim ecemîtiyê xwe baş derbas bikim.

Bi zelalî him derbarê şert û mercê him jî derbarê muçeyê
Çawa tevbigerim, çi bêjim, biçim kû, çi bixwazim, çilo xwe bidim nasîn?
pêşniyariyên ve çi ne hevalên hêja bo min?



18.11.2018 16:56 | bilbilê dilkul

654. tirşik forûm/107463
Ango hûn bikenin



11.08.2018 05:24 | bilbilê dilkul

649. Devrik cümle bi kurdî çawa tê gotin? Li pirtûkan çawa derbas dibe? Bikaranînek giştî heke hebê kîjan e?



13.07.2018 07:07 | bilbilê dilkul

648. Here lînkê

Nivîs hinek wergeriyayî hat li min. Cara yekem ku min xwend jê dagerandiyek, serûbiniyek pê hisîyam. Dibe ku li dera me bikaranînek bi vê rêzê nîn e ji ber vê yekê vajîtiyek rû da li gel min û ez çewt im.

Kîjan aşpêş e?
Kîjanê aşpêj e?

Kî ji van aşpêj e?
Ji van kî aşpêj e?

Ji van kîjan aşpêj e?
Ji van kîjanê aşpêj e?

Kîjan ji van aşpêj e?
Kîjanê ji van aşpêj e?

Peyva aşpêj werê pêş bi qasî wan hevokan hevokên din jî dikarin derbixin. Wek mînak;
Aşpêj ji van kîjan e?
Aşpêj ji van kîjanê ye?
.
.
.
....û dîtir.

Hevalno ji van kîjanê rast e, kîjanê rast e xwişk û birano? : ).



12.07.2018 06:12 ~06:21 | bilbilê dilkul

621. Tirşik ev du sê roj e gellek xweş bûye. Mirov tê de nivîsên ku hêjayî xwendinê ne dibîne vêga.



17.02.2018 03:17 | bilbilê dilkul

602. : ) Mamoste, min li cihê peyva egoyê peyvek bi kurdî nedît. Ji ber vê yekê min nivîsand ego.

Birayê ezîz çima wisa dikî xwe nayênê fam kirinê?
Ji fam kirinê re xwe didê girtin?

Ez ne ji bo nivîsa te dibêjim. Heke xwedî blogek bibe min agahdar bike ezê serpêhatiyên te jî tê de hemî nivîsên te bixwînim. Û şopînereke te bim. Her wiha min negot tu xweşik nanivîsê. Min dibêm tu zêde qala xwe dikê di binê mijaran de û mijar pûç dibe. Yekî ku bixwaze ji ferhengê tiştek bixwîne, fêr bibe tenê serpêhatiyên hîn kesan dixwîne û agahî nikarê demildest navdest bike.

Dibe ku jiyanên te di nav xwe de zahf tişt dihewîne û tijî macera ye, heke tu dixwazî ewana bînî ziman û xuya ye li tirşikê jî hîn kes hene meraqa dikin serpêhatiyên te, li blogan li foruman binivîse him ferheng bikeve armanca xwe him jî tu bi qedrê nivîsên serpêhatî û macerayên xwe bibîne.

Heta ku dixwazê ji serpêhatiyên xwe romanek binivîse. Ku kurmanciya te baş e. Beş bi beş binivîse û li bloga xwe biweşîne wek rojnameyên berê. Dibe ku xwedî romanek bibê. Waye min fikrek jî da te.

Her wiha min meyizand ku tu li vê derê moderator î. Ji me bêhtir divê tu bizanê ewana kaka giyan. Çima xwe ji wana bêxeber nîşan didî çawmin?

Dîsa ez zahf û dirêj dinivîsînim ji ber hînkarî ya kurdî ku nivîsa min rêze û dirust bibe. Min ji zû ve ye nanivîsîme tenê dixwînim.

Dîsa armanca min ev bû, ji bona ku baş fêm bikê ku çi dibêjim min dîsa dîsa heman tişt nivîsand. Lê xuya ye li te negiştiye.

Dîsa bêjim ji bo nivîsên te nabêjim. Ji bo te nabêjim. Ji bo ku ev der ferheng e divê wek ferhengek xuya bikê dibêjim. Ji serpêhatiyan zêdetir divê agahî bihewîne. Ha bi şêweyeke henekî ha bi şêweyeke rexneyî ha bi şeweyeke zanistî wekî gotinê te wekî wîkîpedîayê ferq nake.

Ev ferhenga înteraktîf ji wîkîpedîayê cudatir bê lê divê li ferhenan jî bidûrîvê.

Bi kurtî di her kes di peyamên xwe de ji macerayên xwe zêdetir agahî di derbarê mijarê de bidê xwendina ferhengê zor newê ji kesî re. Mirov dixwazê hesta ferhengê pê xwendina xwe bihisê. Mirov ji xwendina xwe dipêhise ku qey pasajek ji pirtûkên hikayetan dixwîne. Ji bo wî blog hene. Forum hene. Her wiha tu dikarî mijarek li ferhengê jî wekî û vê mijarê wek bloga xwe bikar werînî. Ev jî çêdibe.

Dîsa bêjim ku baş werim fêm kirinê, birayê ezîz can ne ji bo te dibêjim, ji bo wek ferheng bûna ferhengê dibêjim. Heke tu fêm kir kaka giyan, ji kerema xwe ji egoya xwe re jî pirs bike ev jî ji min fêm kirîye an na?



20.12.2017 18:56 | bilbilê dilkul

600. : ). Baş e wallah, ferhenga şikestî li vê derê wek foruma jiyanên xwe dibîne. Çima li zorên we diçe evqas lawo? Yan ji xwe re li tirşikê mijarek bi navê macerayên min veke li vir binivîse serpêhatiyên xwe an jî ji xwe re forumek serbixwe weke li vir binivîse. Mirovên ku dixwazin çi li jiyanê te diqewime û diqewimiye ji vir bixwînin. Di binê her mijaran de behsa xwe dikî egoya xwe têr dikî. Yan here di binê mijarek serbixwe de egoya xwe tetmîn bike an jî mijarên din de behsa xwe kêm bike, kêm bigre.

Her wiha îro li tirşikê ji ber kesên wekî eida tevdigerin sê çar kes dinivîse, pişt re hejmar heke zêde bibe tu nikarî ji her kesî re bersiv bidî. Xwe ev egoyê jî dûr bixe. Her dîsa heke hejmar digel insanên wekî wisa egoîst zêde bibe dibe ku insanên ku wekî wisa egoîst in tevlî bibin û her kes ji her kesî re bersiv bidî egoya xwe tetmîn bikî ev der bibe wek şorbe. Yazix dikê ji xwe re. Tu kurê kî be jî ji kû be jî tu çi kiriye û çi daye û standiye jî tu jî wekî insanên din insanek normal î. Her tişt li gorî te nîn e. Xwe mezin nebîne.

Mirovên biçûk kiryarên xwe, fikr û ramanên xwe, gotinên xwe û tev de bixwe mezin û girîng dibînin. Li ber rexneyan serhildêr û girtî û bêtehemûl in. Heke li alaskayê yekî tiştek bibêje hema dikevin nav xebata bersivandinê û egoya xwe têr kirinê.

Mirovên mezin bitehemûl in û qure nîn in. Cahiltiya xwe dizanin. Li her tiştan bersiva van nîn e, a rastî xebatek û egoyek wisa jî li wan nîn e. Û xwe her car rast jî nabînin.

Lê dîsa em vegerin li ser mijarê,
Forum û ferheng bi înteraktîf jî bin nebin jî ji hev cuda ne. Mirov li ferhengan di binê her mijaran de qala serpêhatî û macerayên xwe bike û bike ku ferheng bibe hember entryên din cihê bersiv danîn ev ji ferhengbûna xwe derbikeve. Yanî ew ji aliyê her kesî ve tê zanîn ne ku ez tenê dizanim. Lê carinan insan wê divê bi bîran bixe. Her kes qala jiyana xwe bike egoya xwe tetmîn bike ev der bibe şorbe. Îro tenê hinek egoya xwe tetmîn dikî li vir. Pişt re wekî insanên din yên egoîst werin vir çi be? Ferheng ji armanca xwe dûr bibe.

Heke armanc tenê bi pêşve birina kurmanciya xwe ye biya min forumek cuda hebe û odeya behs kirinê li vir hebe hêj li gorî armancê bê. Û li vir mirov dikare egoya xwe jî tetmîn bike.

Dema ku ez dikevim tirşikê mijarek dibînim û dikevim nav mijarekî dixwazim ku agahiyên cuda, balkêş û tiştên ku ez nizanim bibînim, bixwînim, bialimim. Înteraktîfbûna ferhengan armanca sereke yên ferhengan ku ev agahî bi dest xistin e nabire.

Ferheng armanca xwe ya sereke bike û wek kêm mirov behsa xwe jî bike tişt nabe. Emê bikarin bêjin înteraktîf e wek ferhengên zanîstî nabin. Lê peyamek ji sedî not di derbarê serpêhatiyên kesekî de hebe û tu agahî nade em nikarin bêjin ferhenge û înteraktîf e. Ev forumeke wek beredayî tê nav kirin.

Forum ji bo armanca ego têr kirinê û ji bo pêşve birina ziman hej baş e.
Armanca ferhengan çi qas înteraktîf jî bin agahî dan e. Divê ji serpêhatiyan zêdetir agahî bidê.

Mirov heke bixwazin di bin mijarên foruman de hetanî destê wan bişkin macerayên xwe binivîsînin. Lê di mijarên din de herî zede çi qas destên we werê agahî bidin.

Foruma tirşikê hebûbana û mijarên ku li ferhengê tê vekirin li vir jî vekirîbûbana ferheng vegeriyabûbana armanca xwe ya rasteqîn.

Mixabin em çi qas jî bêjin ferheng ne ev e û ev forum jî nîn e. Tişteke ecêb e rûdaye. Tu fêdeyê wî nîn e. Tenê meriv dikare wextê xwe pê de beredayî derbas bike. Û înteraktîf bûn jî nayê wateya beredayî xeberdayîn û qal kirinê. Mirov nikarin têbigihin. Fam nakin. Heke ku armanca yekî egoya xwe têr kirin bibe hîç fêm nake.

Ez dixwazim ev der nebe çopdankek. Ji bilî vê min çi jê ye? Werin bi macerayên xwe egoya xwe têr bikin.

Armanca li vir ku min fêm kiriye dixwaze bibe ferhengeke înteraktîf bi kurdî û tijî. Lê ber bi çopdankbûnê ve diçe.

Di dawiyê de ezê bêjim ferheng û forum cuda ne hevalno. Ewê hun jî dizanin. Xwe nexapînin. Dest ji egoya xwe jî berdin. Ji bo ferhenga înteraktîf bi hemû şêweyê re(henek, rexne, zanistî...) peyamên tijî binivîsînin. Kêm jî be tişt nabe. Heke bixwazin jî herin foruman an jî tirşik forum vekin heta ku bixwazin qala serpêhatiyên xwe bikin.

Ji bo ferhengê baştir ev e.



20.12.2017 13:27 ~13:33 | bilbilê dilkul

598. Divê ku li tirşikê beşek bi navê tirşik forum werê vekirin. Çimkî tirşik ji ferhengek zêdetir dirûvê foruman. Meriv ji ber peyamên beredayî nikarî hîn mijaran de agahî bi dest bixê. Heke meriv bixwaze li ser mijarekî agahî bi dest bixê bêgav dimîne ku serpêhatiyên tirşikvanan jî ku ji heta demên pîrik û kalikên xwe dest pê dike bixwîne. Û ev jî em pêwendîdar nake bi rastî.

Wek mînak,
Mirovek ji qersê û ji navê qersê agahî dide. Ji qersê zêdetir qala bavê xwe û serpêhatiyê xwe dike.

Mirovek ji termos û ji merqeyên termosan behs dike zêdetir behsa xweşik lê hatina xwe dike.

Wexta ku tu mijara memûrtiyê dibînî guman dikî ku ji memûrtiyê agahî bistînî lê mirov ji memûrîtiyê zêdetir qala serguzeştên xwe yên di memûrtiyê de dikin.

Behsa qersê bike. Tu qersê dizanî. Ez ne çûme nizanim. Ji ber ku ev der ferheng e. Meraqa dikim. Dixwazim ji qersê agahdar bim. min çi jê macerayên we ye?

Li ser termosan agahî bide. Min çi jê ye ku li xweşa te diçe? Taybetiyên vê merqeyê vê termosê bêje, rave bike çima bikalîteye ku em demildest ku em dîtin bikirin.

Memûrtiyê pênase bike. Erênî û neyînîyên vê pîşeyê ji bo me bide naskirin. Ji ber ku em nizanin memurtî çi ye dixwazin agahdar bin û ji ber ku em te jî nas nakin ne pêwîst e ku tim û daîm behsa jiyana xwe bikî.

Heke dîsa jî bixwazin ji jiyanên xwe behs bikin, gotinên xwe kin bigrin berxên min, gulên min.

Mesela ez mijara tualetê de behsa serpêhatiyên xwe û bav û kalên xwe bikim baş be. Çawa deng hat, bavê min çi got, rengê wê çi bû, behnek çawa bû, virikî bû an qebizî bû... Hûn mecbûr in maceraya tualeta min bixwînin.



20.12.2017 10:11 | bilbilê dilkul