Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bilbilê dilkul

profîla "bilbilê dilkul"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kujer kî ye?] de;

5. Mirovê ku pênûsa xwe dideynê li ser namedankê pardarekî vê tawanê ye. Gava ku dîtibû binê namedankê nesaxlem e heta ku wî mêrikî pênûsê re mijul dibû diviya bû ji şaredariyê re rabigihînî ku binê namedankê nesaxlem e, tehlûkeyê dipeşikînê derdorê.

Pardarekî dî şaredariya vê bajarê ye. Erka wana ew e ku haya wana di şeqaman de ji tiştên bixeter re hebûba. Erkedarên şaredariyê namêdankê temîr kiribûbana ber bi rê ve nediket.

Pardarekî din mirovê ku pênûsê ji erdê radike ye. Diviya bû hê jî baldar bûba. Armanca wî baş bûba jî xirab bûba jî hinekî din baldar bûba xwe neavetibû miyanê peyarê yê, ji nişka ve çoka xwe nedanibû erdê.

Pardarekî dî kesê ku duçerxe diajo ye. Diviya bû li ser peyarêyan hêj bikontrol biajota.

Pardarê herî mezin ajovanê otobêsê ye. Di lembaya sor de li peyayekî dixe û peya dimire. Dibe ku ji tevlîheviya derveyê tirsiya û ew tevlihevî hişê wî pelişand. Lê nema karê di lembaya sor de derbas bibê.

Pardarekî herî paqij jî jinê ku dimire ye. Diviyabû jibîr nekiriyabû kesên ku li derveyê diçin û tên, karên xwe dikin mirov in, insan in. Ne robot in, di rojekî de bi zanebûnî an jî ne zanebûnî gelek tiştên xirab diqewimin. Bala xwe hinek zêde berdabûba ser rê yê dibe ku lezayiya otebêsê ferq kiribûba.

Heke ezê bixime rêzê,

1-) ajovanê otobêsê
2-) şaredariya bajarê (hemû erkedarên şaredariyê)
3-) mirovê ku pênûsê dideynê ser namedankê
4-)mirovê ku pênûsê ji erdê dirakê
5-) ajovanê duçerxeyê
6-) mirî

Helbet li gorî rewşê û li gorî armanca wana tawana wana yan zêde bibe yan jî kêm bibe. Li gorî vîdyoyê tawanên wana wilo xuya dike.

Di bûyerekî çêbûyî de yekî nikarê hemû sûcê nikarê bavêjê li ser yekî. Ji bo biryarekî adil çawderiyeke bi berfirehî pêwîst e. Erka her kesî ye ku gava kesek xirabiyek dît an jî tiştek bitehlûke dît ji bo mirovan hişyariyê bidê û rabigihînê erkedaran. Erka mirovatiyê ye.



07.04.2018 22:43 | bilbilê dilkul