Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bilbilê dilkul

profîla "bilbilê dilkul"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên rojhilatê] de;

4. Hevalekî min ê zanîngehê hebû. A rastî zankoyên me ji hev cuda bû lê em di heman yurdê de diman. Hevalên xwe yên yurdê bûn.

Cara pêşî ku em nasî hev kirin min jimareya xwe ya destelê da wî helbet jimareya xwe bi zimanê xwe ango bi kurdî da wî. Xweşiya wî çû. Ne go ez kêfxweş bûm. Lê ji rû û mehdê wî xuya bû ku kêfa wî hatiye.

Yekî mehabadî bû. Soran bû. Bi min re kurmancî diaxivî. Çendîn car em rastî li hev dihatin bi min re kurdî dipeyivî.

Rojekî wekî rojên din yên ku em rastî hev dihatin li berbankê yurdê disa hatin rastî hev. Nêzî panzdeh xulek kurmancî diaxivîn.

Gava dawiya peyiftina me hat got kurdiya te gelek baş e. Bi dengekî rexnegirî û bi şêweyekî nerazîbûyî got li hevalan dinêrim di nav xwe de jî kurdî napeyivin an jî nikarin biaxivin. Min jî bersivand got bi rastî tu soran î lê ji min baştir dikarî kurmancî biaxivî. Keniya.

Û pê re em ji hev xatir xwestin û çûn menzelên xwe.

Mijara zimanê di serî de di her mijarê de ji kurdên bakur pêşketîtir in. Stran, helbest, cil û berg, dîrokzanî, dîlan û govend, zanyarî ... .

Cihê daxê ye ku ji aliyê çand û zimanê ve rewşa kurdên bakur wêran e. Parastina çand û ziman aliyekî helandina çand û ziman bi xwe dihê sepandin. Mantalîteyeke çawa ye çawa bi rê ve diçe û çilo tê sepandin mêjiyê min nagihê lê xuyaye ev çêdibe. Ku destê kîjan mirovê tê di hemû platform û dorhêlê de tenê hevokekê jî bê ev mijar wek erkekî biênê rojevê. Divê jiyana aktuel yên me wilo be. Ku em zimanê xwe jibîr jî kiribin ev agirê armanca me divê venemirê.

Mirov her gav nagihin maf û mebesta xwe. Lê gava mirov dev ji mafê xwe diberdin û bêmebest dijîn ji mirovatiyê derdikevin. Asta wan ji asta heyvanan jî kêmtir dibin. Çimkî li hemû ajalan armancek heye.



02.12.2019 22:55 | bilbilê dilkul