Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mikurhat

profîla "mikurhat"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îslamofobîk] de;

8. Fobîa (Phobia) ji alîyê pîsîkolojî û pîsîkanalîizê ve wek tirs û xofa belesebep ji tiştekî an jî ji rewşekê hatîye dîtin û ew wek nexweşîyekê hatîye naskirin. Kesên fobîk nikarin bi wê tişt û rewşa ku dibê sedema tirs û xofê re bijîn. Gelek caran li rast hatina rewş û tişta sedema fobîyê bi bêhişketinê, panîk attakê (panic attack) û birîndarbûna kesên fobîk tê encam kirin ger fobîk nikaribe ji wê rewş û tiştê dur bikeve an jî jê xelas bibe. Mar, kêzik, tarîtî, bilindahî, cihên girtî wek mînakên vê ne.
Ji ber vê yekê tişta ku wek "îslamîfobîa" tê dîtin bi rastî ne fobî ye, lê li dijî bûna bawerîya Îslamê ye. ji ber ku fobî ne di destê fobîk deye lê dijberîya Îslamê tiştekî ku bi xwestin tê kirin e. Kesên ku wek Îslamîfobîk têne xuyandan bi misilmanan re dijîn, di jiyana rojane de bi wan re kar dikin û wek geştîyaran diçin welatên zêde misilman, lê ev ne tiştên ku fobîk karin bikin. Ji ber vê rastîyê, kesên ku wek Îslamîfobîk têne xuyandan ne fobîkin û ew tişta ku wek Îslamîfobîa tê nasandin jî ne fobîya ye, lê dijberîya îslamê ye wek dijberîya gelên samî (anti-semitism).



01.03.2018 17:23 | mikurhat