Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelefêserhedî

profîla "xelefêserhedî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bikaranîna kî û kê] de;

9. Cînavkên ku pirsa kesan dikin ev her du ne. Yek ji wan xwerû ya din jî tewandî ye.
Cînavka xwerû ''Kî''
Cînavka tewandî ''Kê''
Dema ku yek bêje -Kî dixwe?- dê bersiv jî navdêr an jî cînavkeke xwerû be; -Zozan dixwe-, an jî - Ew dixwe-.
Dema cînavka me ya pirsyarî tewandî beî yanê pirsa -Kê xwar?- be, dê bersiva wê jî cînavk an jî navdêreke tewandî be. Li gorî pirsa jorîn de bersiv wiha be; -Zozanê xwar- an jî -Wê xwar- be.
Ev her du cînavk li hin deran dibin kirde, li hin deran jî dibin bireser. Bo nimûne, dema ku em bibêjin, -Kî kê dibîne- di vê hevokê de -kî- kirde, -kê- bireser e. An jî -kî- pirsa kirde, -kê- jî pirsa bireserê dike. Heke em bibêjin, -Kê kî dît?- îcar, -kê- dibe kirde, -kî- jî dibe bireser.
Mînak; kî kê dibîne? Elî Zozanê dibîne. Yanê ew wê dibîne.
Beravajî ku hin kesan carina bi şaşî bi kar tînin, di kî û kê de zayend nîne.



04.12.2017 20:20 | xelefêserhedî