Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pîrhevok] de;

18. Di mîtolojîya Yewnanan de jineke navê wê Arakne ya tevnker/cûmker heye. Ev jinika di karê xwe de ew qasî mahir e ku nav û dengê wê digîhijê guhê her kesî û heya xwedêyan jî. Yek ji van xwedayan Athena, dema navûdengê Arakneê dibhîse, dexesîyê jê dike. (oro lawo qaşo tu xwedê yî piçekî sakin yaw) Eja Athena dibê em ê pêşbirkekî bikin, derkevin li meydanê bê ka hostetîya min zêde ye an ya Arakne ya sergijik! Helbet wekî xwedêyekî, Athena mêr e û xwedîyê desthilatdariyeka mezin e. Athena li ser pirtîyê xwe hemû nîşanên hêz û mêranîya xwedêyên Olymposê nîşan didin çê dike. Arakne jî hemû êş û kesera jinan ya di bin desthilatdariya pederşahîyê de, gîlî gazincên jinan û zordestîya çanda mêrane, sûcdariya xwedêyan ya li hemberî jinan bi awayekî şareza çê dike. Dema pêşbirk diqede û herdu jî berhema xwe pêşkêş dikin, bi awayekî eşkere tê dîtin ku berhema Arakneê mijareka kûr bi hurgilî û bi awayekî şareza nîşan dide. Athena xwe jî heyran hewasî hostetîya Arakneê dibê û ji dilê wî nayê ku xwedîyê vê berhema peyabilind bikûje. Lewma jî wê vediguherîne pîrhevokekî. Wê şûnda jî pîrhevok ji nav tevgera jinan de wekî sembola hostetî û keda jinan tê qebulkirin.



05.03.2018 00:55 ~00:56 | jifêzagorda