Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [peymana mafên zarokan a yekitiya miletan] de;

1. Di peymana mafên mirovan ya Yekitiya Miletan de bes mafên mirovên xwedî îmtiyaz tên diyarkirin û parastina mafên van kesan wekî berpirsyarî tê qebulkirin. Ev yek bona peymana mafên zarokan ya Yekitiya Miletan jî wiha ye. Her du peymana de jî bes qala yên xwedî îmtiyaz dikin, her du peymana de jî bi hezar dek û dolaban dikin ku neheqî yên heyî veşêr in.
Yekitiya Miletan saziyeka emperyalist e. Jixwe ji hemû miletan pêk nayê , endamên yekitiye 15 dewlet in. Û ji van endaman jî bi tenê mafê 5 dewletan (Amerîka, Rusya, Çîn, Fransa, Îngîlîstan) heye ku biryarên hatine girtin veto bikin. Çi ecêba giran e ku heman dewlet, dewletên herî zêde çekan hildiberînin û difroşin in.
Dewletên peymana mafên zarokan dinivîsîn in û dibên ku mafên hemû zarokên dinyayê di bin garantîya me de ye, heman deme de dinyayê wekî meydana xwe ya şêr bi kar tînin, bi mêtinkariye ve çavkanîyên hemû dinyayê bona xwe zeft dikin, bikevin li ku derê heya wir neşêlîn in bernadin.
De werin em kuman daynin pirsan bikin! Di vê rewşê de gelo pêkan e ku ev çete ya jê re dibên “Yekitiya Miletan” him şeran derxin, ji bazara şêr sermaya xwe bigrin û him jî hemû zarokên dinyayê ji şêr biparêzin.
Yanê heman 5 dewletan yê him welatê wan zarokan dagirbikin, hemû dewlemendî yên welatê wan bişêlîn in, zarokan neçarî birçîtiyê û koçberîyê bikin û him jî wan ji şêr biparêzin, ne wisa?
Peymanên wiha bi zanetî dinvîsin ku yên bindest binyata pirsgirêkan nîqaş nekin, ji rastiya xwe dûr bikevin.
Wan ên danasîna şêr dikin, yanê gorî berjewendî û ramana xwe navê bûyeran daydinin heman demê de danasîna parastina mafên zarokan jî dikin.
Wekî mînak, her sal 20 milyon zarok ji birçîtiyê can didin lê kes vê yekê wekî “li hemberî zarokan şer” pênase nake. (Di şerê emperyalîstî duyemîn de 60 milyon mirob hatibûn kûştin, ev jî nîşan dide ku her sê salan carekî li dijî zarokan şerekî cîhanê tê kirin.)
Bi milyonan kes ji cih û warê xwe tê koçber kirin û ji zarokên xwe tên veqetandin ku bi erzanî bixebitin lê helbet efendî vê rewşê wekî şer pênase nakin. (Li dewletên dewlemend xebata zarokan qedexe ye lê ev dewlet karên xwe yên qirêj zarokên ji dewletêen wekî Çîn, Hîndîstanê didin kirin)
Bi milyonan zarok di “bazariya seksê” de wekî hêmanên çanda mêran ya tecawizê tên bi kar anîn, lê ev yek wekî şerê dijî zarokan nayê hesibandin.
Ji sedî heştêyê zarokan mixtacî ava vexwerinê ya paqij, bi milyonan zarok jî dev ji paqijîyê berdin mixtacî dilopek av e, lê ev yek wekî şerê li dijî zarokan nayê hesibandin.
Her sal, bi milyonan zarok ji ber pevçûnan koçber dibin û sêwî dimînin, lê ev yek wekî şerê li dijî zarokan nayê hesibandin
Bi milyonan zarok bi aliyê çanda mezaxtinê û reklaman ve tên dorpêçkirin û derûniya van zarokan xerab dibe, lê yek wekî şerê li dijî zarokan nayê hesibandin.
Ja ev efendî serbarê ser de jî dibên ku; “ ger zarok ji bandorên şer bên parastin!”
Him hemû dinyayê wekî meydana şer bi kar tînin û him jî qaşoka ji jêrdestan xwedî derdikevin. Ji belengazên ber şêr xwedî derdikevin ji ber ku him xwina destê xwe wiha “paqij” nîşan didin him jî xwe wekî “qenc” nîşan didin.
Wekî mînak, Amerîka bi balafiran bajaran bombebaran dike û ji nişke ve sazîya emperyalîst ya wekî “Xaçê Sor” tê binavkirin jî bona birîndaran ava vexwerinê û dermanan dibe. Yanê ew dikûjin, ew ji mirinê difilitîn in.
Ev hemû kiryar û bûyer ecêb nîn in, jixwe hişmendîya qapîtalîst yekser ev e.
Ecêba reş a giran ew e ku qurbanên van bûyeran ji vê derewê bawer dikin û bona ku tûşî neheqîyan hatine serî li Yekitiya Miletan didin ku ev neheqî bê çareserkirin.
Rewşa herî sosret jî ew e ku him kom û kesên “xwendî” serlêdana Yekitiya Miletan pêşniyazî jêrdest û mexdûran dikin. Yanê van ên “xwendî” ji neçar û mexdûran re dibêjin ku “xwe bavêjin ber derîyê kûjerê xwe!”
Van ên xwendî ji kûjer re dibên ku; “bi xwedîderketina yên mayî ve kirinên xwe veşêr e”



25.03.2018 15:29 | jifêzagorda