Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tandem] de;

2. Bona fêrbûna zimên tandem rêyeke pir kêrhatî ye. Heke derfet hebin ku her du partner/heval ru bi ru hevdu bibînin û xeberdin çêtir e. Min heya niha çu xêra sepanan nedîtiye bi rastî ji ber ku tu çu carî nikari armanca hevalê/a xwe bihesî, haya te ji motîvasyona wî/wê nabe û lewma jî gelek caran dawîya sozan nayê. Meriv rûyê hevdu nenêre îcar şerm fêlan jî nabe, dinêrî iro saetekî xeberda alîkariya te kir, sibê pişta xwe da te çû.
Niha hevaleka min a tandemê heye û keçîka jîr bi rastî jî êdî Kurmanciyeke xweş xeber dide, helbet xêra wê jî gihîşte min. Yek prensîba girîng ew e ku divê mirov nekeve pey sohbetê û fêrbûnê ji bîra neke. Nexêr em êdî 15 xulekan Kurdî an jî Almanî xeber didin û paşê bi îngîlîzî dest bi sohbeteka dûr û dirêj dikin.



17.03.2018 00:13 ~00:15 | jifêzagorda