Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tom sawyer] de;

1. Thomas Sawyer karakterê sê romanên Mark Twaîn ên qelasbûyî û sê heb pirtûkên wî yî nivcî ye. Pirtûka pêşin bi navê orjînal ve “The adventures of tom sawyer” (bi kurdî serpehatiyên Tom sawyer) ye. Ev pirtûka di sala 1876an de derdiçe. Paşê “adventures of huckleberry finn” 1884, Tom sawyer abroad (1894) û Tom sawyer dedective (1896) der diçin.
Wekî tê zanîn Mark Twain xwe jî hemû jiyana xwe bi gerrînê derbas dike, heya tê gotin ku ev pirtûkana pêşiyê li ser kaxiza cixarê hatine nivisîn (wê çaxê kixaz jî biha ye ha), bi karakerterê Tom sawyer ve Mark Twain qala serpehatiyên xwe dike.
Tom sawyer gedekî baqil î jîr e. Lê gelek caran şert û mercên jiyanê şêwe didin baqiltî û jîrtiya mirovan û em di van pirtûkan de serpehatiyên Tom Sawyer ên li hemberî van şert û mercan dibînin. Dema ez li kurtistanê bûm, min her êvar beşek ji pirtûka yekem dixwend û roja din bi Kurmancî zarokan re vedigot. Zarokan gelekî jê hez dikir, tim ber min digeriyan ku ez bêtir vebêjim.

Min xwe temaşe nekiriye lê fîlmeka pirtûkê jî heye Here lînkê



12.03.2018 20:54 | jifêzagorda