Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurd nizanin bi hevûdû re biaxivin, amedî qet nizanin] de;

8. Mesele hîtabên bi wekî "Miho, Eyşo, kurro hwd" nîn in. Ev taybetmendiyên çandî nin, wekî mînak îtalyan jî dema ji hevdu re xeber didin çu carî navê hevdû rast hilnadin. An wekî me kurt dikin "Gabo, Maro, Anto" an jî dîsa wekî me bi nûçikan ve hîtabî hevalê xwe dikin.

Mesele ew e ku civaka kurdan nizane bikeve dîalogê û ji hevdu guhdarî bike. Jixwe çanda sohbetê êdî nemaye, dema tu tiştekî dibêjî an bi telefona xwe dilîzin an jî bendê nin ku tu gotina xwe xelas bikî û dor bê wî/wê. Mezin tu carî guhê xwe nadin zarokan, zêdepariya zarokan ji ber tv'yên tirkan wekî zombîyên ehmaq mezin dibîn.

Mêr û jin bi wekî du cure hebûnên ji hevdu cihê/ hîîç ji hevdu nas nakin tên mezin kirin. Nizanin çawa bikevin dîalogê, nizanin têkiliyên hevaltî, dostanî, cînarî an jî kar daynin. Çanda feodal û têkiliyên bajarî yên kapîtalîst ketine ji nav hevdu û şêwazeke ecêw derketiye hole.



20.03.2018 18:08 ~18:09 | jifêzagorda