Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di tirşikê de reşkirina îtîbara nivîskaran] de;

4. îşê lobiyan e.

ev mijar piştî reşkirineke hatiye vekirin. belkî nivîskarekî bi neytek baş gotibe ev mijar şaş hatiye vekirin lê dema mere peyama wî dixwinin mere ew neyta tênagihên.

peyama wî ev e: nivîskarê ku gotiye "min perê

wargehê nerazand"

kê çi fêm kir ji vê hevokê?

mariv bi tirkî difikire û dinivîse lê

ma ewqas jî dibe?


ka hûn çi ji vê peyamê derdixin.



berê jî min gotibû ez ji rexneyan hez dikim lê dema bi awayekî guncan bê kirin. jixwe piştî hişyariya wî nivîskarî min şaşiya xwe dît û heta min mijarek vekir û min tê de xwerexne jî kir. carek din jî nivîskarekî din dîsa şaşiyek min di bin mijara bi navê min de nivîsîbû lê wê carê min tiştek ji wî re negotibû, min hew sedema nivîsandina xwe nivîsandibû.

ku hûn bixwazin rexne bikin ,jixwe ez jî dixwazim, bi awayekî guncan bikin. mesela ji min re peyamek taybet bîşînin.



di dawiyê de ku ew nivîskar jî qebûl bike em dikarin li hev bên *



21.03.2014 18:22 ~2015.03.28 17:17 | mergehez

1. di tirşikê de bi rastî jî tiştekî wisa heye. li gor min ev jî îşê lobiya reşşikan e. hûn dizanin çiqaşî baca min ji vê lobiyê tê, ezê wan jî derxim holê. neyse, nivîskarên tirşikê dikevin profîla nivîskarekî û heya xetayek wî/wê bibînin peyamên wî/wê dixwînin. dema dibînin jî di bin mijara navê wî/wê vê şaşiyê dinivîsin. û îtîbara wî/wê rêş dikin. heya niha min çend nivîskar ji vê lobiyê tespît kiriye lê ji bo darbeyê ez li benda wextek musaît im.



21.03.2014 08:21 | mergehez