Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [karmatî] de;

8. nivîskarê ku bi kesên ji xwe biçûktir re nîqaşê nake.

Di wê peyama wî yên jor* a ku min nimreya wê daye de heqaret li me kiriye û dibêje min heqaret li te nekiriye..

ji ber ku ez naxwazim têkevim nîqaşek belasebep, min ew peyvÊn ku wî dixwastin sererast kir. lê bawer nakim ku wî tatmîn kiribin...



21.06.2014 01:39 | mergehez

6. nivîskarê ku ji min tiştek xwestiye û gotiye "ez naha wek camêrekî ji wî dixwazim.. " û gotiye 'bila wek camêran...'. min jî wek mirovekî ew tîpa ku ji min xwestibû ku biguherînim, guhert. û dixwazim jê re bibÊjim ku dilê min ji misilmantiyê reş nebûye tenê ez wê napejirînim û şaş dibînim..

û dîsa dixwazim jê re tiştekî bibêjim. bila bes bibêje tirşik dikê bibe încîsozluka kurdî. Bila qet meraq neke tirşik nabe încîsözlük û ewê bi pêşniyarên tirşikvanan ên ku weke însan dikin, xweştir bibe. mesela ev pêşniyarek e û tê de tu tiştên ku bi zorê tên xwestin tine ne: problematîkên nivîskarên tirşikê/43069



21.06.2014 00:14 | mergehez

4. nivîskarÊ ku bila xwedÊ jÊ razî be Û bila ji kerema xwe re êdî bes bipeyive/binivîse..

peyama wî (1) : mazlumozdogan/42956

di vê peyama xwe de min şibandiye du kesên qûnbigû (adnan oktar û fethullah gulen) û di dawiya peyamê de jÎ gotiye "te min kenand rêveberî ji te bikenîne". (rêveberî : rêveberên ola îslamÊ)

peyama wî (1) : nazim tolhildan/43005

di vê peyamÊ de jÎ henekê zarokan* bi xwe anîtiye û tiştên tewşomewşo gotiye. min fêhm nekir gelo çima nêrîna min û nazim (lê ne tam) weke nÊrîna xwe nivîsandiye û nêrîna xwe jî weke ya me be nivîsandiye..



ez naxwazim zêde herim ser viya û ka ez JÊ RE pÊşniyarekÊ bikim: heval karmatî** ji kerema xwe re şêwaza xwe sererast bike û piştî ku te tiştek nivîsand, du sê caran li wÊ nivîsa xwe binêre û dÛvre wÊ biweşîne/parve bike..



* hat guhertin..

** ji ber daxwazê, tîpek hat guhertin.



20.06.2014 11:39 | mergehez