Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the disastrous life of saiki k.] de;

1. anîmeyeke li ser lawikekî psîşîk e. yanî hunerên wî yên derxwezayî hene. bi telepatîyê dikare hişê mirovekî/ê bixwîne, dikare pêşerojê bibîne filan. yanî bi kurt û kurmancî yekî nuwaze ye. navê lawikî saiki kusuo ye û diçe lîseyê. anîme li ser serpêhatiyên wî yên li dibistanê, malê û çend cihên pir normal e. jiyana wî jiyaneke pir asayî ye ku ew tim hewl dide bi vî awayî bihêle û ev ji ber qabilîyetên wî karekî pir giran e.
anîme li gorî min komîktirîn anîme ye. ji gintama û one punch manê jî komîktir e, de îca bifikirin ka çiqas komîk e *



24.05.2020 02:38 | mergehez