Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di tirşikê de qedexekirina gotinên zayendperest] de;

3. Bi awayekî xurt pêşniyar dikim. Erê pêşniyar dikim ku qedexe bibe! Azadiya êrîşkirina zayendeke din bi tu awayî qebûl nabe. Ji sedsalan vir ve ji aliyê zayendekê heqaret li zayendeke din tê kirin. Duh hebû û îro jî didome. Tenê bi gotineke zayendperest, mirov dibe perçeyeke vê qirêjiya sedsalan.

Weke mêrekî, bi salan e bi hevalên xwe re li ser vê mijarê nîqaşan dikim û piraniya wan hevalan qet ji min hez nakin û gelekan ji wan hevaltiya xwe bi min re qedand. (ne bi awayekî eşkere, ji ber ku ew jî dizanin, neheq in, lê naxwazin qebûl bikin). Çawa dibe ku di vê dema "pêşketî" de kesek ji ber nîqaşek wiha ji kesekî/e din nefret bike? Bersiv hesan e: ji ber ku em hîn jî nefreta li hember jinan di xwe de xwedî dikin. Çimkî bindestiya wan dibe xurtîya me, rehetîya me.

Ku haya mirovekî ji vî tiştî hebe û serê xwe piçekî jî pê neêşîne, ji wan mêrên heqaretker sed qatî kirêttir e.

Zimanê Kurdî, weke her zimanê dinyê, zimanekî zayendperest e. Ku kesek rabe û bêje, ev daxwaza te guhertin an jî xirakirina zimên e, ew jî ji wan kesan e.

Ziman niha dikare bê guhertin. Ya rast niha pêkan e ku mirov rê li ber xirabîyên wiha bigire. Lê tabî jê re hewldaneke mezin û jidil lazim e. Tirşik.net hema bêje mezintirîn û mayîndetirîn cihê nivîsên bi kurdî ye. Lewma niha vê yekê pêşniyar dikim. Bawer im hewce nake ku li ser vê tespît û teorîyên mezin bikim..

Ku em werin ser meseleya kapasîteyê: ev tenê bahaneyek e! Ne tiştekî din! Bila qedexeyeke wiha hebe, tişt nabe, ez ê tenê li ser bixebitim.

Meseleya qedexekirinê: Formata tirşikê, lîsteya qedexeyan e. Çawa ku heqareta li kesekî qedexe ye, divê heqareta li kesan jî qedexe be. Ev kes nevîyê dinyê ne. (~3.5 Milyar însan)



14.05.2020 12:21 | mergehez