Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lêkerên bidaçek] de;

1. ew lêker in ku pê re divê hin daçek bên bikaranîn, da ku wateya wan tam bê dayîn!
daçekên ku herî zêde tên bikaranîn: li, ji, bi, di, li ser, li ber, li hember, bi ... re, ji ... re ...

ji bo ku ez girîngiya daçekan çêtir vebêjim, mînak lazim im: kirin; bi bikaranîna her daçekeke wateya lêkerê wê niha biguhere. û ku mirov daçekê bi kar neyîne, wateya hevokê dê bikeve:
tu çi dikî? (bê daçek)

tu bi gotina kê dikî?
şaş: tu gotina kê dikî?

tu wî qazaxî li kê dikî?
tu wî qazaxî kê dikî?

tu wî qazaxî ji kê dikî?
tu wî qazaxî kê dikî?

tu di kê dikî?
tu kê dikî?

tu fonksiyona nû bi kîjan bernameyê ve dikî?
tu fonksiyona nû kîjan bernameyê dikî?

an jî lêkera gerîn ango gerrînê:
ez digerim.
ez li te digerim.
ez li ber te digerim.
ez ji wî geriyam.

------------------------

çend mînak ji van lêkeran:
li: aliqîn, bang kirin, çav gerandin
- Ez li hevalekî aliqîm, lewma dereng hatim. Lingê min li kevirek aliqî!
- Min bang li hemû kurdan kir, ku ew bi kurdî bipeyivin.
- Ez çav li nivîsekê digerînim.

ji: aciz bûn, bawer kirin, pirsîn
- Ez hêdî hêdî ji van gotinan aciz dibim.
- Ez êdî ji tu kesî bawer nakim.
- Wî ji min li alîkariyê pirsî.

bi: dil şewitîn, girê dan, kenîn
- Dema ku herkes bi wî keniyan, dilê min bî şewitî.
- Gelo mirov çawa dikare kombersa xwe bi komberseke din girê bide?

di: kirin, werkirin
- Min di we kirino!
- Min ew di kortê werkir *

li ser: peyivîn, lêkolîn kirin, xebitîn
- Em hergav li ser sîyasetmedaran dipeyivin, êdî bes e!
- Min duh li ser mijareke girîng lêkolîn kirin.
- Niha ez li ser projeyeke mezin dixebitim.

li ber: bûn, gerîn, rabûn
- Diya wê li ber mirinê/qedandinê ye.
- Zarok bi israr ji bo pere li ber diya xwe digere.
- Xwedekaro! Tu kî yî uleyn, li ber min radibî!

li hember: li ber xwe dan, şer kirin, derketin
- Divê her kurdek li hember faşîzmê li ber xwe bide!
- Gerîlayên birûmet li hember artêşa tcyê şer dike.
- Li ser maseyê hevalek ji serî heta dawî li hember gotinên min derket!

bi ... re: axivîn, girtin, niqaş kirin
- Ez bi wan re peyivîm.
- Molotofek bi hevalekî min re hate girtin!
- Werin, em bi hev re niqaş bikin

ji ... re: anîn, bûn,gotin
- tu vê pirtûkê ji kê re dibî?
- Ev fonksiyon bêkêr e, ji tiştekî re nabe.
- Wî ji min re tiştekî girîng got.




ji kerema xwe lêkerên ku hat bîra we, li vir binivîsin, da ku ev mijar ji bo meraqdaran bibe çavkaniyek berfireh!



20.11.2018 02:09 | mergehez