Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ekrana telefonan] de;

1. her ku teknolojiya telefonan bi pêş dikeve, ekranên wan bi teknolojiyên nûjentir tên dîzaynkirin û her cara ev teknolojî elementên baştir bi kar tîne loma bihaya ekranan jî zêdetir dibin. ji ber vê yekê hema bêje ji çaran yekê bihaya telefonan, bihaya ekranê ye. Bi kurtasî bihaya telefonê çiqas zêde be, ekrana wê jî ewqasî biha ye. Mesela min 4 sal berê telefona xwe bi 375 frankî(wê çaxê dikir 880 lîre) kirîbû. tevî mesrefê pejirandina imeiyê dikir 1000 lîre. salek berê ekrana telefona min şikest û min bi hûrgilî li ser internetê lêkolîn kir bo ku ekranek erzan bibînim. ku meriv here ji bayîîyekê bikire herî kêm 400 lîre dixwazin. dikanên normal ên telefoncîyan 350 lîre dixwestin. Min jî got ez ê ji înternetê bikirim piştî lênerîna hezar malperan min ya herî erzan bi 310 lîreyî dît. min sîparîş kir lê ew jî xirabe derket. paşê min got ka ez herim ji toptancîyekê bixwazim. axirê min bi 275 lîreyî ekrana herî herî herî erzan dît, kirî û bixwe ekrana telefona xwe guhert. salek berê min herwiha li bihaya telefona xwe jî nerî, sifira wê bi 700 lîreyî dihat firotin. yanî bihaya ekranê dibû ji sêyan yekê telefonê. ekranên iphonean ekranên herî biha ne, ku we iphonek kirî divê hûn 2 3 ekranên cam li ser ekrana orjînal bizeliqînin bo ku dema tiştek bi telefonê hat, bila ekrana wê hindikekî bişikê û hûn bikaribin bi kar bînin..



09.06.2017 07:39 | mergehez