Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [airdroid] de;

1. bernameyeke gelek xweş e. ji bo ji kombersê kontrolkirina telefonê tê bikaranîn. taybetiya wê ya herî xweş, ku telefona te vekirî be tu dikarî bi her awayî telefonê kontrol bikî. mesela demekê ekrana telefona min şikest û piştî wê ekran reş bû, qet tiştek xuya nedikir. loma ez li bernameyên wiha geriyam li ser înternetê û piştî ku min çend bername ceriband, min ev bername dît gelek jê memnûn bûm. Taybetmendiyeke wê ya efsane heye: tu dikarî ji ser înternetê telefonê kontrol bikî. teknolojiyeke gelek xweş e. malpera wê û sepana wê ya ku di telefonê de barkirî ye sekronîze dixebitin û tu ji malperê çi bixwazî dikarî bikî. her wiha di malperê de ji xeynî kontrolkirina ekranê tu dikarî ji paceyên cuda li wêneyên xwe binerî, dosyayên xwe bi rê ve bibî, muzîkên di telefonê de qeydkirî guhdar bikî û hwd. lê tabî gelek înternet dixwe loma divê mirov bi înterneta telefonê vê malperê bi kar neyîne.
malper: http://web.airdroid.com/



09.06.2017 07:39 | mergehez