Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zayenda peyva xelk] de;

14. (bnr: li başûrê welêt xelkê me perîşan e)



18.09.2015 01:13 | mergehez

11. (bnr: her kurd zimannasek e)

(bnr: tespîteke ku ji qûnê hatiye afirandin)

(bnr: nîqaşa rêzimanê weke nîqaşa felsefeyê ye)



Peyva xelkê, peyva nanê, peyva bavê, peyva kekê... wiha didome. Çima weke ku mê be, ditewin? Lewra mesele ne nêrbûn an jî mêbûna xelk an jî nanê ye. Her yek peyveke e û mijar peyvbûna wan e lewma li gorî zayenda peyvê dê bitewin..



18.09.2015 00:31 | mergehez

8. zayenda peyva xelk/76154

(bnr: bnrya ji bo formatê)

Fîrewn tahde li xelk dike. Jixwe qertafa -î'yê zêde nayê bikaranîn lewma ji mere re ecêb tê.

Ez bixwe jî carinan dibêjim "ji xelkê re" lê bi gelemperî weke nêr tê bikaranîn û weke mînak mere dikare bêje "ji xelk re", nabe gotineke ecêb. lewma ez dikarim bêjim ku zayenda xelkê teqez nêr e..



Edît: sererastina hejmara peyamê..



18.09.2015 00:18 ~00:18 | mergehez

6. Ez fahm nakim yaw çawa tirşikvanên me ji tewangê fahm nakin!



Dema peyvek ditewe li gorî du tiştan qertaf diguhere: bûna nêr û mêyê.

Mînak:

dema ku peyva nan ditewe wiha dibe:

Ka wî nanî bide min

Nanê me xweş e. (Ev herdu nêr e)

Ji bo mêyê em mînaka teştê bidin:

Ka wê teştê bide min.

Teşta me sor e. (ev herdu jî mê ne)



Yanî qertafa '-ê' hertim wateya mêbûnê an nî nêrbûnê nade. Li gorî hevokè diguhere.



Mînaka ku di peyama ewil de hatiye dayîn şaş e. Divê wiha be: "ji bo xelk e" an jî "ji bo xelkî ye"



Neyse zayenda peyva xelkê nêr e..



17.09.2015 23:49 | mergehez