Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şahmaran] de;

9. navê pirtûka ronî war ya dawîn e. di hindurê vê mehê derketiye. piştî derketinê ronî war wê jî anîtibû 19.fuara pirtûkan ya izmîrê û min kirî. roja piştî kirînê min dest bi wê kir û di hindurê sê-çar saetan de qedand. Pirtûkek xweş e, mere qet ji xwe aciz nake. mijara pirtûkê jî bi kurtasî ev e: dema ku xwedê adem Û hawwa afirand ji wan re got mêweyê darekê tenê nexwin Û hûn çi dixwazin bixwin lê rojekê marek tê ji hawwa re dibêje xwede bi qazî ji we re got mêweyê vê darê nexwin. ji bo ku hûn bixwin wisa got Û hawwa û adem mêweyên wê darê dixwin Û xwedê wan dişinîn li ser erd. ji ber ku marê wisa li kir jî xwedê cezayek da wê û nêviyÊ wê kir mirov nêviyê wê yÊn din jî bi mar hişt Û hemû mar di bin erdê de dest bi jiyana xwe kir.. îja em werin li ser mijara pirtûkê: li welatekî zilamek li ser maran û newekheviya zindiyan pirtûkekê dinivîsî piştî mirina wî lawê wî vê pirtûkê dibîne û bi dû welatê şahmarênê dikeve û bÛyer diqewimin..



29.04.2014 18:32 | mergehez