Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zimanê bernamesazkirinê] de;

1. riya xebitandina di kombersê de ya algoritmayan e. ji bo meriv bernameyekê amade bike ewil divê algorîtmaya wê amade bike û dûvre wê algorîtmayê ji qaxizê derbasî kombersê bike lÊ belê meriv nikare rasterast algoritmaya xwe di kombersê de binivîse lewra zimanê makîneyê û yê algorîtmayan cuda ne. ewil bi zimanê makîneyê kodên dûdirêj dihatin nivîsandin. ew kodên ku tenê ji 0 û 1'ê dihatin pê. ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê zimanên bernamesazkirinê hatin sêwirandin. ewil zimanên zor ên ku kêm kesan dikaribûn bi kar bianiyan, hatin sêwirandin. (weke zimanê asemblyyê) dûvre hêdî hêdî bi pêşxistina fikr û ramanên endezyar-zanyarên din zimanên hêsantir û baştir derketin holê. heta niha ji 150yê zêdetir ziman hatin sêwirandin lê belê aniha ji wan tenÊ çend heb tên bi kar anîn. mesela: java, c#, c++, c, python, matlab php, javascript, asp, sql...



xêndî van zimanan çend zimanên girîng ku di pêşketina ev zimanÊn li jor de rola wan mezin e:

bnr: assembly, fortran, cobol, lisp, algol, simula, snobol ,basic ,pascal ,smalltalk ,programming language one ,scheme ,ada ,eiffel ,perl ,visual basic ,delphi....



19.04.2015 23:43 | mergehez