Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kaju] de;

3. di lotikxane.com'ê de li ser wê lêkolînek berfireh hatiye kirin*

di lotikxane.com'ê de li ser wê lêkolînek berfireh hatiye kirin*

GÛZA / FISTEQA KAJÛ



Bavê Jîndar

CASHEW



ANACARDIUM OCCIDENTALE. L.



Gûza/fisteqa kajû riwakek darane ya fêqîyan ji malbata kewzan/kizwan/darabenîşt tê hesibandin. Hinek jê re dibêjin “gûz” hinek jî dibêjin “fisteq”e. Fêqîyek di welatên tropîkal de hêşîn tê. Dara wê 10-12 m bilind dibe û bi qasî 30 salan temenê wê heye. Dara wê belgên xwe naweşîne. Hinekî dişibe dara pirteqalan. Belgên wê alîyê derve keskê biriqok, di hindur de hinekî mat û kulîlkên wê zer in. Fêqîya wê wek sêvek sor û sernişîv e, di binê fêqîya wê de gûz/fisteqek heye. Ango darek du fêqî ye. Di welatên ku hêşîn têt de ji dara wê fêkîya wek sêvê, fisteqa binê wê bi gelek cûreyan tê xebitandin. Lê tiştê me girê dide fistiqa wê ye û li welatê me bi tenê ji fistiqa wê sûd tê girtin. Bi Tirkî jê re dibêjin “Hindîstan fistigi” û bi Almanî navê wê”Cashew”e



Welat û dîrok: Welatê fisteqa kajû Brezilya ye . Ji wir derbasî welatên din yên tropîqal bûye. Dîroka wê baş nayê zanîn, lê bi hizaran salane ji alîyê rûniştevanên xwecihî wek fêqî, derman û çerez dihat xebitandin. Tiştê tê zanîn Spanyol û Portekîzan di sedsala 16. an de bi xwe re birine Afrîqa rojava û Hindistan ê û li wan deveran jî derbasî welatên din bûye. Welatên ku herî zêde lê tên çandin Hindistan, Brezilya, Angola, Mozanbîk û hwd e.



Berhevkirin: Dema fêqîya wê digehe tê berhevkirin, sêva wê wek fêqî tê xwarin. Rêçal, xweşav û şerab jê tê çêkirin. Ji gûza/fisteqa wê rûnek tê derxistin, wek çerez tê xwarin û ji bo şêranî, paste û kadan tê bikaranîn. Rûnek ji kakilê wê tê derxistin, ew rûn jî ji bo xwarinan tê xebitandin.



Têdahî: Salanyûm, Magnêzyûm, Çînko, Hesin, Betakaroten,Rîboflavîn, Potasyûm. Rûn û asîdên rûn yên sabit û firek, Vîtamîn D,C, B6 û hwd.



Bikêrhatîyên Gûza/fisteqa kajû: 1- Pêşîya pêşdeçûna nexweşîya şekir digire. 2- Bedenê ji nexweşîyan û jahrîbûnan diparêze. 3- Li hember penceşêhran berxwedana bedenê zêde dike. 4- Li ba jinên dugîyan/hemil/ kêmahîya hesin temam dike. 5- Pêşîya nexweşîyên hestîyan digire û hestîyan bi hêz dike. 6- Rista/sîstema xweragirînê bi hêz dike. 7- Raçandin û xebitîna- jîy/rehan sererast dike û lêxistina dil/dilkut ê tekûz dike. 8- Hêrsbûnên di dema duganîyê de diarimîne. 9- Zixt/tansîyona bilind dadixe. 10- Brînên di bedenê de dikewîne û bizrê mêranîyê zêde dike. 11- Agir dadixe û bêhna dev ji holê radike û hwd.



Gotinên bisporan di derbarê kajû de: Me di derbarê lêkolîn û ceribandinên klinîgên Unîversîtan de û pisporên taybet çi agahdarî bi dest nexistin. Tiştên destkevtî yên gelenperî ne. Piranîya pisporan li ser van tiştên jêrîn li hev dikin.



Ji fêqîya wê rêçal, ji ava wê şerab, ji dara wê balatên gemî û tirinbêlan, ji bizrê wê yê wek gurçik û lobîyek mezin, rûn û kakila wê wek çerez û ji bo çêjn dikeve nava xwarin, şêranî, qeşaşîr û hwd.



Ji alîyê tenduristîyê de ji ber ku çînko dihewîne, li hember persîv/şewbê bandorek wê ya paraztinê heye. Rista/sîstema xweragirînê bi hêz dike, ji bo mezinbûn û xurtbûnê bandorek wê ya baş heye.



Magnozyûma têde raçandina jîy/rehan û hestîyan bi hêz, xebitîna kezîyan sererast dike. Li ba jinên dugîyan kêmahîya hesin temam dike. Ji ber têdahîya selenyûm, bedenê ji gelek cûreyên nexweşîyan diparêze, pêşdeçûna nexweşîya şekir digire, li hember penceşêhran berxwedanê zêde dike. Potasyoma tê de taybetîya xwe ya zixt/tansîon daxistinê heye.



Li hember arêşeyên têrnekirina dil, gurçik, ji bo tedawîkirina nexweşîya sîroz, hepatît bandorek baş nîşan dide.



Bikaranîn: Dervayî welatên tropîqal, bi tenê kakilên fisteqa/gûza wê, yên bê xwê, wek kakilên fisteq, gûz û bindeqan ji bo hemi cûreyên kade û şêranî tê xebitandin. Kakilên bi xwê û qelandî wek çerez tê xwarin.



27.11.2014 01:39 | mergehez

2. ji wikipedia'yê:



Fistiqa kajû (Anacardium occidentale), riwekeke dara ya fêkiyan e ji famîleya kizwan/darbenîşt tê hesibandin. Hinek jê re dibêjin “gûz” hinek jî dibêjin “fistiq”. Fêkiyek di welatên tropîkal de hêşîn tê. Dara wê 10-12 m bilind dibe û bi qasî 30 salan temenê wê heye. Dara wê pelên xwe naweşîne. Hinekî dişibe dara pirteqalan. Pelên wê ji aliyê derve keskê biriqok, di hindûr de hinekî mat û kulîlkên wê zer in. Fêkiya wê wek sêvek sor û sernişîv e, di binê fêkiya wê de fistiqek heye. Ango darek du fêkî ye. Li welatên ku hêşîn dibe ji dara wê fêkiya wek sêvê, fistiqa binê wê bi gelek cûreyan tê xebitandin.



Welatê fistiqa kajû Brezîlya ye. Ji wir derbasî welatên din yên tropîkal bûye. Dîroka wê baş nayê zanîn, lê bi hezaran salane ji aliyê rûniştevanên xwecihî wek fêkî, derman û çerez dihat xebitandin. Tiştê tê zanîn Spanyol û Portekîzan di sedsala 16'an de bi xwe re birine Afrîka rojava û Hindistanê û li wan deveran jî derbasî welatên din bûye. Welatên ku herî zêde lê tên çandin Hindistan, Brezîlya, Angola, Mozambîk in.



27.11.2014 01:34 | mergehez

1. yek ji fistiqên herî biha ye.. ji serê fêkiyekê derdikeve. ji fêkiyê bê jêkirin divê bê xwêkirin. ger bê xwê kirin îcar divê bê qelandin. ger bê qelandin jî êdî divê bê xwarin Lê ger hûn bihaya wê bizanibin hûnê wê dînin li cihê herî xweş yê malê *



27.11.2014 01:33 | mergehez