Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tewang] de;

4. di Tewanga ji bo peyvên nêr de cudahiyek heye. Di peyivîna rojane de peyv piranî nayên tewandinn lê di standartê de divê bên tewandin.

mînak:
(Şer) -> şer şerî
(Nan) -> nan nanî nên
(Şivan) -> şivan şivanî şivên

Ji şerî reviyan
ji şer reviyan

Avêtina nanî îsraf e.
avêtina nan îsraf e.
avêtina nên îsraf e.



13.07.2015 23:14 ~2019.12.27 16:59 | mergehez

1. di zimanê kurdî yek ji tiştên herî girîng jî tewang e. navdêr, cînavk, lêker dema ku di hevokê de tên bikaranîn, ditewin. Yanî qertafan digirin. (lê ne her tim)
çend mînakan bidim da ku baş bê fêhmkirin:
ez diçim malê --> di vê hevokê de 'mal' hatiye tewandin..
ez ê wî cebeşî jêkim --> 'ew' û 'cebeş' hatine tewandin.

-------------------------------------------

tewîna navdêran:
tewandina navdêrên nêr bi qertafa '-î'yê pêk tê. mÎnak: mazlum->mazlumî an jÎ nan->nanî
dema tîpa dengdêr a dawîn a peyvê 'a' an jÎ 'e' be tewandin bi awayekî din jî dikare pêk bê.
mînak: Şivan: "Şivanî çû ber pezan." li şûna 'şivanî', 'şivên' jî dikare bê bikaranîn.
pez: "Em ê pezan bidoşin." = "Em ê pêz bidoşin."

tewandina navdêrên mê bi qertafa '-ê'yê pêk tê. mînak: kombers->kombersê.

-------------------------------------------

tewîna cînavkan:
cinavk di dema borî de ger bi lêkereke gerguhêz bên biakaranîn, ditewin an jî di demên niha û bê de cînavka direkt ditewe:
ez -> min : min serê xwe şuşt. - ez kincan dişom.
tu -> te : te teşî li serê kÊ xist? - ez te dibînim.
ew -> wî/wê : wî/wê kevir avêtin polÊsan. - ez wî/wê dibînim.
em -> me : me civînek li dar xist. - tu me dibînî.
hûn -> we : we sparteka xwe qedand? - ez we dibinim.
ew -> wan : wan çi bi we kir gelo? - ez wan dibînim.



12.11.2014 17:43 ~2019.12.27 17:03 | mergehez