Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [asoya helbesta kurdî] de;

55. MIZGÎNÎ: Asoya Helbesta Kurdî bi dîzayneke nû niha hem li ser google play storeê hem jî li ser app storeê ye. Yanî hem ji bo telefonên androîd hem jî ji bo iphonean!

Asoya Helbesta Kurdî
Di sepanê de ji 2000î zêdetir helbestên kurdî hene..
Bi sê zaravayên kurdî dixebite: Kurmancî, Dimilkî(Zazakî) û Soranî..

Em Rênas XENDEKÎ û Mazlum OZDOGAN amadekarên vê sepanê ne. Helbest ji aliyê Rênas XENDEKÎ ve hatine berhev kirin, bingeha sepanê jî ji aliyê Mazlum OZDOGAN ve hatiye danîn. Ev sepan ji bo ku her helbesthez hindik be jî bikare xwe zûtir bigihîne helbestan û helbestvanan, bikare li her derî antolojiyekî di berîka xwe de peyda bike. Bi vê sepanê hewce nake hûn bi seetan di pirtûkan de helbestan bigerin, tenê sepanê vekin û li helbesta xwe bigerin. Ji bo van armancan, ez Rênas, bi rojan li ser înternetê, ji nav pirtûkan helbest berhev kirin, ji helbestvanan bixwe xwestin, gelek helbest ji pirtûkan derbas kirin û Mazlum jî bi rojan li ser kodên vê sepanê xebitî. Bi hêviya bibe dermanê dilê helbesthezan.



22.02.2022 20:29 ~20:29 | mergehez

40. asoya helbesta kurdî/102350
Sepana ku versiyona wê ya nû ji ber hin problemên sexsî hinekî li ser ecelê hat wesandin. versiyonên pês de em ê sistemeke gelek bas bo danezanan çêkin.
kesên ku dixwazin fon muzîkên xwes ji me re rêkin, dikarin bi maila min xwe bigihînin min: argesozdogan@gmail.com



31.10.2017 14:39 | mergehez

39. Sepana ku çend roj berê versiyona wê ya nû hate weşandin. Min sepan ji serî ve saz kir. Yanî kodên versiyona niha û ya kevn tevahî cuda ne ji hev. Ya rastî min gotinên stranan ewil kod kir piştî ku qediya min çend cih guherandin û navê sepanê kir Asoya helbesta kurdî.

asoya helbesta kurdî/102334
rûbar di peyama xwe de qala gihîstina wêneyên telefonê kiriye û tenê ji ber vê sepanê reş kiriye. dema min xwend ez ecêbmayî mam. ku yek kêm zêde ji teknolojiyê fahm bike, wê bibîne ku ev destûra gihana peleke di telefonê de ye. android jî tenê bo hisyarkirina bikarhêneran weke destûreke cuda gihaştina wêneyan li wir zêde kiriye. sepanên me bi tu awayî wêneyên bikarhêneran nakisîne. em bikisînin wê çi bibe? em ê wêneyên bikarhêneran çi bikin? dîsa hevalê rûbar diyar kiriye ku wî ji ber vê destûrê versiyona nû bar nekiriye û pêsdetir çûye û gotiye ez ê sepanê ji telefonê rakînim. tistekî nabînim ku bêjim yaw. whatsapp hezar tistî dixwaze lë em dîsa bi kar tînin em nabêjin em ê ji ber vê destûrê wê desturê sepanê bi kar neyînin.

destûra nivîsandina li telefonê: bi daxistina stranan e.
destûra xwendina pelên telefonê: ku stranek hatibe daxistin, bila stran dîsa ji înternetê neyê kisandin.

hemû mesele ev e. ev destûr bo gotinên stranan bû. dema min kir aso,min ji bîr kir ku vê destûrê rakînim. yanî niha di asoyê ev herdu destûr ji tistekî re nabin.

pistî android 5.0ê ku bikarhêner destûrê nede sepan nikarin wê destûrê ji telefonê bigre. yanî berî ku sepan stranekê daxîne ji bikarhêner destûra nivîsandina li telefonê dixwaze.ku bikarhêner destûrê nede sepan nikare tistekî daxîne telefonê.
mesele ev e ku mirov ji ber destûra xwendina pelên telefonê sepanan danexîne divê tu sepanên populer danexîne telefona xwe!



31.10.2017 14:22 | mergehez

16. Sepana ku ji bo androîdê hatiye nivîsandin. Çima em nikarin têxin appstoreê? Sedem:

1. Pereyê min tune ye ku her sal 99$(niha 300 lîre ye) bidim appstoreyê.

2. Zimanê bernamesaziyê yê ji bo androidê java ye lê yê iosê objective c ye. Lewma divê ez sepanê ji serî ve bi zimanê objective cyê binivîsim. (Nêzî 2000 rêzikî ye. De îja bifikirin)

3. Telefoneke min a ku bi iosê dixebite, Tune ye lewma nikarim testan bikim..



Çareseriyeke pir xweş*

1. Ji min re iphonekê bikirin

2. Ez ê sepanê bi 5 lîreyan têxim appstoreê û herî kêm 60 kes dê daxin.

Hew van dixwazim. Ka xêrxwaz ka kurdistan *



Edît: rêziman



17.09.2015 02:31 ~02:33 | mergehez

13. Taybetmendiya kopî-pasteyê heye.

Pê li bişkojka parveke bike û here panoya kopyala..



15.09.2015 21:07 | mergehez

11. 7. Gelek problem dê bên sererastkirin. Çend problemên ku sererast bûne yên ku tê bîra min:

7.1 di hinek telefonan de rûpela mîhengê tevahî reş xuya dikir. Êdî reş xuya nake.

7.2 butona zêdekirina fontê êdî dişixule.

7.3 di hin telefonan de bişkojka jor a lêgerînê nedixebitî. Êdî dixebite.

7.4 ji ber ku hinek telefon action bar'a amade qebûl nake gelek taybetmendî nikaribûn bi kar bînin. Êdî action bara me heye. Ne ya androidê ye*



15.09.2015 19:54 | mergehez

7. Mizgînî!

Êdî sepana wê androîdê heye. Li benda daxistinê ye.



Rûpela facebookê: https://m.facebook.com/asoyahelbestakurdi



Lînka marketê: https://play.google.com/store/apps/details?id=com.arges.sepan.helbest



24.08.2015 21:39 | mergehez