Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mindal

profîla "mindal"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [were fêrî kurdî be] de;

1. helbestekî xweş ji bo kesên ku dixwazin alfabeya kurdî hîn bibin

alfabê
Were fêr be gula dil
Gula dilê tijî ‘kul
Were fêrî kurdî be
Dûrî hemû derdî be
Fêr bibe tu Alfabê
Bi zimanê bav û dê

A, a
A, bêje tu wekî av
Ax û ala û alav

B, b
Bê, wekî bira û bav
Bide bavê tu silav
Baş be di gel birayan
Bi tore be li bal wan

C, c
Cê wek cante û cilik
Canî , conge û cûcik
Cano cante hilîne!
Coher, qeleman bîne!
Cûcikekê bikşîne!
Perrê wê bineqşîne!

Ç, ç
Çê, çav û çeng* û çene
Endamên leşê te ne

D, d
Dê dest û didan û dev
Paqij bişo roj û şev!
Pê pirçe û didanşo
Dev û didanan bişo!
Dem û dilê dayîkê!
Destî bide xayîkê!
Tev herrin debistanê!
Nas bikin Kurdistanê!
Hîm bibin zimanê dê!
Bixwînin xoş alfabê!

E,e
E, bêje wekî Erez!
Min got û dibêjim ez

Ê, ê
Ê, wek êzing û êvar
Êzdî Kurd in li Şengar

F, f
Fê wek, fêrgeh û fêrkar
Kurdî fêr be tu her car!

G, g
Gê wek gul û gulfiroş
Ji gulê tê bêhna xoş

H, h
Hê wek Hêdî û Hawar
Heval, Hogir û Hevkar
Hirmî, hejîr û hinar
Di havînê têne bar

I,i
I, herwekî istiran
Yan istêra li esman

Î, î
Î, herwekî înîyê
Ew tê li pêş şemîyê

J, j
Jê wek jîn û jîyanê
Jîn xoş e gel vîyanê

K, k
Kê wek Kurd û Kurdistan
Kurd namîne li, jêrdestan

L, l
Lê herwekî lêv û lam *
Li rû ew in du endam

M, m
Mê wek masî û mase
Mezinên xwe binase!

N, n
Nê herwekî Newroz e
Newroz bo me pîroz e

O, o
O herwkî ordekê
Wek orîna çêlekê

P, p
Pê herwekî pişk û par
Pembo, pîzav û pincar

Q, q
Qê qelem û qelemdan
Dengê qaz û qulingan

R, r
Rê wek roj û rojhelat
Ronî hat, reşî helat
Rojabaş ronahîya çavan
Rastîyê bêje li, her gavan

S, s
Sê, wek sênî, semawer
Wek sîng û sermil û ser

Ş, ş
Şê şeh û şimik û şal
Şev û şevçira û şemal
Şevbihurk û şevşahî
Şemalkan da ronahî

T, t
Tê wek tîrêja tavê
Tarî nema li navê

U, u
U wek uro* ez kurdim
Ji bo kurdînîyê dimrim

Û, û
Û wek tûr û dûr û nûr
Rûbar hene gelek kûr
Wekî Zê û Ava şîn
Dicle û Furatên rengîn

V, v
Vê wekî vik û vala
Velez nagihê hevala

W, w
Wê wekî welat û Wan
Ew welatê me Kurdan

X, x
Xê herwekî xebat e
Xêr û xoşî û xelat e

Y, y
Yê yad û yadigarî
Yekî, yekîtî û yarî
Yek bin yek û yek bigrin
Yêkatîyê ra şagird bin

Z, z
Zê wek Zerî û Zîn e
Zimanê me zengîn e

Hey gulên gulistanê
Şagirdên debistanê
Hûn hîm bûne alfabê
Bi xoş zimanê dadê
Vêca fêr bin rêziman
Silav li we şagirdan

Ferhengok:
Çeng: bask, mil
Lam: hinarka rû
Uro: iro, hero, ero, pirtika gazîkirinê ye ji bo mêran



09.06.2017 21:56 | mindal