Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotinên dayikan] de;

98. ''Mala xweziya nîn e''.

''Xwedê emleçiyê te bê lawo''.
(Emleçî çi ye nizanim, dibe ku emilîn e yan emel e yan jî amil e, amel e)

Gava dayikên me me dirakirin nimêja şeveqê em zû şiyar nedibûn. Ewan jî digotin ''haa vêga şeytan nav devê we dimîze razin law razin''. Dikiribûn ku dilê me bixele û em zû şiyar bibin. Bi kêrê jî dihat pirî caran.
Gava zarok derew digotin, vir tavêtin yan jî sixêf digotin jî dayik digotin '' vêga şeytan di devê te mîz kir''. Zarok jî şerm dikir.

''Gava zarokê me piçûk in dizanin bêjin hêk, mezin dibin êdî dibêjin qaqê''.

''Nimêj sitûnê dînê ye''.
(Wek hedîsê pêxember her hal)

Dema ku em ji bo pîrozkirina cejnê diçûn ba hebizbiniyan digotin cejna we pîroz bê. Ew jî digotin ser çava û zirçêle. Û ev zirçêle çiye nizanim hê jî meraq dikim. Dibe ku zor çêl e bê ango bi giştî nifşê re, bi gelek nesilê re. Yan jî çê, baş filan e. Me fêm dikir ku tiştekî baş dibêjin lê axlebê mirova nizanibû digotin ev hebizbiniyan henekê xwe li me dikin. Ev ne têkiliyê horve ye lê hate bîra min çawa bikim : ).

Wexta ku em bê besmele dest bi xwarinê dikir dê û bavên me ji me dipirsîya digot kî besmele got. Yekî digot min negot. Yekî digo min got bi xwedê filan. Digotin kî negotiye zû bibêjê çimkî bê besmele şeytan jî bi we re dixwe û bê bereket e. Gava em besmele dianî dê û bavên me digotin vêga şeytan vereşa, heke çi xwaribe jê re nema. Helbet em zarok bûn me perwerde dikirin.



20.05.2017 12:26 ~12:46 | rûbar