Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rûbar] de;

8. Çima zora te diçe?!

Tehdît ne tehdîtê min e. Tehdîtê xwedaye min û te ye.

Tu delîl filan dixwast aha ji te re delîl.

Tu dikarî li hember qurana kerîmê tiştek, gotinek... bideynê?

Aha furqan li wir e aha rûbar li wir e.
Wa ye meydan heye şêr!

Te û hemû piştevaniyên xwe jî kom bike were.

Erzanî meke.

Baş bizane ku di nav ava rûbara min de gelek kes xeniqîn.

Vêca dora te ne be baş e.

Wer wer.

Di nav hêrsbûna xwe de bifetise. Ji destên te tiştek nayê. Tenê diaxivê û evqas. Tiştek deyne miyanê. Tu ji gotinên devan wergirtî pê ve tu tişt nikarê bêjê û nizanê bêjê.

Heke xwe zana dihesibînî wer meydan.

Aha bersiva ev gefana bide.
Ka delîlên te?

Tu nexoş î. Here ba psîkiyatrîstek ku xwedê şifa ji te re bişîne. Tu şizofren î. Yan jî bi qest sextekariyan dikî. Destê te de ne kitêbek ne agahiyek ne tiştek heye xwediyê nav û kitêb û agahiyan re dev diavêjê. Şiltaxî li van dikê. A rastî derewker tu yî. Madem tu di doza xwe de rast î. Wer bi delîlên xwe. Wilo çenabe. vêga belku tu wek biçûkxistineke fêm bike lê mebesta min biçûkxistina yekî nîn e. Ez cidî me.Lê eilo jî bê fêm kirin ne xema min e.



25.04.2020 23:55 ~2020.04.26 01:20 | rûbar

4. Nivîskarekî tirşikê ye. Bi kurdî dikare dinivîse û pirî caran dikare bi kurdî bifikire lê belê nikare baş biaxive. Ji ber ku ji biçûkatî heta niha li stenbolê ye û kes bi vî re bi kurdî ne axivîye. Kêmasîyek mezin e. Lê belê bi destûra xwedê demekî nêzik de ev kêmasî ji holê tê rakirin. Nivîskarîya Tirşikê ji xwe re wek firsendek pêşve birinê bikartîne. Vê mijarê de ji xwe re armanc kirîye ku nivîsandina vî û axaftina vî bibe rêze û serbest.



Wisan e ya li rojên pêş zimanê kurdî di cîhanê û rojhilata navînê de bibe zimanek girîng û diyarker û pêşxistin înşaallah. Wiha ye demek xirab demek baş.



Xwedayê dilovan û dilovîn her du demê de ji me re jiyanek bi îman û bê îsyan, bi rûmet û bê quretî, bi 'izzet û bê riya, bi aram û bê hewcedar bide û serketinê bike nesîb. Serkeftin hey bi xweda ye.



17.08.2016 04:36 ~05:05 | rûbar

2. Bi îngilîzî jê re dibêjin river.

Rûbar-river peyvên hemwate ne. di navbera îngilîzî û kurdî de peyvên manend gelek in. Ji xwe her dû ziman pêgirê xêzana zimanê koma hind-ewrûpa nin. wekî farisî, belûcî,hindî, fransî, elemanî..... û bêtir.



(bnr: burda me)



16.08.2016 01:40 ~2016.08.19 00:22 | rûbar

1. Ava ku diherike. jê re ro û robar jî tên gotin. ji çeman biçûktir lê ji coyan boştir û mezintir e. Bi gelemperî li çiyayan pey dide û diherike heta digihêje deryayeke.



Carinan bi rûbarokan re tên tevî hev kirin belam ava rûbaran ji ava rûbarokan gurtir e. ji navê van diyar dibe ku rûbarok ji rûbar biçûktir e.



Wek Rû/rûxar/rûber/rûxal/rûqal/rûkal/rûxsar/rûx/rûbayî bi wateya sath jî tê bi kar anîn. Ango mînak sathê/rûyê/rûbarê dinyayê



Yan jî tê wateya li hemberî rû



Navek bi kurdî ye li kurikan tê lê kirin.



(bnr: çem)

(bnr: co)

(bnr: rûbarok)



16.08.2016 00:48 ~01:40 | rûbar