Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şahînê bekirê soreklî] de;

14. Min beşê duyemîn û dawîn yê vê mijarê wekî beşê yekemîn wek nivîsar amade kir. Pêdandinên balkêş û pêşniyariyên bisûd bi zimanekî dirust û hêsan di nav hevpeyivînê de tê ravekirin. Fermo;

Bêjer: Di beşê yekemîn yê mijara derbarê tehlûkeya li ser Kurmancî de, Mamoste Şahîn Bekir Soreklî ragihand, ligel ku Kurmancan bi sedan sal zimanê xwe bi şêweyeke devokî domandine û parastine, di rewşa îroj cîhan û Kurdistan di nav de Kurmancan nema dikarin wek berê, bêyî nivîs Kurmancî biparêzin. Bi dîtina Mamoste Soreklî tenê pêşvexistin û bikaranîna Kurmanciya nivîskî dikare Kurmancî ji helandinê yan jî ji herimandinê biparêze. Nuha beşê duyemîn ji heman mijarê;

Mamoste, Kurmanciya nivîskî çiqas bisînor be jî heye. Ji bo çi Kurmanciya nivîskîya niha heye têre parastin û pêşvexistina Kurmancî nake.

Mamoste Soreklî: Dema we şad be guhdarên birêz. Belê me ye de ji ber jimareke ji sedeman û hinek ji van ev in. Yek, di navbera deryaya navend û gola Ûrmîye de bi milyonan Kurmancîziman dijîn wekî dizanî. Hin yek rojnameya kalîtebaş ya li seranserî herêmên Kurmancan beyêt xwendin tune. Xwendegehên Kurdîziman yên bi pirtûkên pedagojî yên li gor rêzimanya durist ku li seranserî van herêman heman bernameyan bikarbînin dîsa tune. Encumeneke fermî ya xwedî otorîte, selahiyet û endamên di warê zimanzaniyê de ihtisasî yanî pisporên akademî dîsa nayên dîtin. Du, Kurmanciyeke bi standarda yekgirtî ku bi milyonan Kurd bi rojane, her roj bikarbînin û pê bixwînin û binivîsînin hîn bi şêweyeke berfireh cih negirtîye. Tenê jimareke bisînor di nav halekeke teng de xwe pê ve mijûl dikin. Piraniya xelkê hîn nizanin ka mebest bi Kurmanciya standard û yekgirtî çi ye. Her komek zarawayê xwe lehceya herêmê xwe wek ya durist dibîne û ji yên din çetir dihesibîne. Sê, cîhan rojane, her roj bi şêweyeke bêhûde pêşvediçe û zanîn beza û bezatir û berfirehtir dibe ye. Bi sedan navên nû bo beşên gerdûnê, bo mijarên xwe bi klîmayê ve girêdidin. Ji bo hacetên cûrbecûr û gelek şahên din yên teknolojî û yên din tên holê. Ji bo kurmancî beşdariya di vê pêşkevtina beza ya zanistiyê de niye. Yan gelekî bisînor e. Ev tenê çend di sedemên me ye de dema me mixabin rê nade ku em xwe pê ve bi şêweyeke berfirehtir mijûl bikin.

Pêşkêşker: Mamoste, li herêma Kurdistanê, zanîngeh û xwendegeh hene. Gelo ji bo dîtina çareseriyên bo Kurmancî derfet li vir nebin?

Mamoste Soreklî: Di navbera Kurdan de gelek mijarên hesas hene ku gengeşe kirina van, minaqeşe kirina van hema hema tabû ye. Em wan mijaran bixwe nihantî dihêlin. Em naxwazin maxfir bikin. Bêyî xwe tixînim nav deryayeke ji keşeyan. Bi kurtî me ye de li herêma Kurdistanê Soranî serpereşt e, him ji aliyê fermî û siyasî ve him ji aliyê perwerdeyî ve. Ez bixwe ji Soranî pir hez dikim. Yanî naxwazim kes min şaş fêm bike. Min xwebixwe fêrî xwendin û nivîsandina Soranî jî kiriye û bi saya danûstandina bi dehan sal bi sedan ji dost û nasên Soran re, nas û dostên xoşewîst, ji mêj ve Soranîzimanim jî. Lê em li vir behsa tehlûkeya Kurmancî di nav de dikin e. Bi kurtî li herêma Kurdistanê bi qasî ku ez dizanim çi gavên pêşvexistin û berfirehkirina Kurmanciya nivîskî ku têre perwerdekirina jimareke bilind ji helkê bikin cih negirtîne. Û ji bîr neçe ku li Başûr piranî bi tîpên Erebî, Farisî di kar de ne, ne yn Kurmanciya Latînî me ye de.

Bêjer: Mamoste, pêşniyaziyên te ji bo pêşvexistina Kurmanciya nivîskî hebin?

Mamoste Soreklî: Pêşekî bibejim ku pêşkeftineke gelekî bisînor di warê xwendin û nivîsandina Kurmancî ve heye. Lê pir û pir bisînor e. Nimûneyeke bidim. Hinek nivîskarên me hene ku kesên Kurdperwer in. Û Kurmanciya wan baş ya nivîskî yan pir baş e yan nexirab e. Hinekan ji wan ji wan mêran hewl dan di medyaya civatî de tenê bi Kurdî binivîsînin. Lê dîtin ku tenê jimareke nizm ji Kurdan wan nivîsaran dixwînin û piraniya yên dixwînin jî ji naverokê baş tênagehên. Lewma hinek ji wan neçar man dîsa bi Erebî yan bi Tirkî binivîsînin. Daku nivîsarên wan ji aliyê bêtir kesan ve bên xwendin. Ev jî vê wateyê dide ku xelqê me bi piranî nikare Kurmanciya nivîskî bixwîne û ji naverokê berheman baş têbigihên. Neku naxwaze, lê nikare. Ji ber ku bi zimanê Kurmancî perwerde nebûye. Ji bî neket me ye de meriv duwanzdeh, sêzdeh, çardeh salan diçe xwendegehê. Yanê wek zarok, wek ciwan û bi hezaran seet xwendegehan derbaz dike. Taku bi hesanî dixwîne û dinivîsîne û ji naveroka berhemên bi zimanekî têdigihê. Mixabin pêşniyarî di rewşa îroj de, bi ku te pirsî hema hema bêyî sûd in, bêfêyde ne. Çimkî derfetên ji heqê wan derkevin nînin. Lê bi kurtî hinek pêdivîyan yan hewcedariyan wek bersiva pirsiyara te ragihînim, ku ji bo pêşvexistina Kurmancî, berfirehkirina Kurmanciya nivîskî pêwîst in;
Yek, perwerdekirina mamosteyên fêrkirina Kirmancî, li dû amadekirina bernameyên akademî yên pedagojî yên li gorî zanîna nûjen ya fêrkirina zimana.
Du, birêxistinaencumeneke ji akademî yên zimanzan ji bo pêşvexistina peyvên ji bo zimanê nûjen pêwîst û danîna rê yên ji bo yekkirina bendên rêzimanî yên Kurmancîyeke standard ji bo nivîsandinê.
Sê, damezirandina enstitû û akademî yên zimên bi şertê ku bi rê ve ne bin rêxistinên siyasiyên partiyan.
Çar, bi rêxistina dezgehên televîzyûnî yên pêşvexistina Kurmancî bo xwe dikin yek ji armancên girîng.
Pênc, ziyadekirina jimara xwendegehên Kurmancîziman û xwendegehên êvaran ji bo perwerdekirina dayan û bavan.
Şeş, veşandina rojname û kovarên bi naverokeke rengîn û bi zimanekî dirust û hêsan.
Heft, perwerdekirina endamên civatê ji bo nerxdayîn û girîngdîtina xweser pê xwendinê.
Heşt, misogerkirina piştgirîya aborî bo nivîskarên xwedî berhemên baş yan xwedî bihêza afirandina bedew ya bêjeyî.
Neh, birêxistina navendên bo xwendinê û yên ji bo gengeşeyên wêjeyî, herwiha avakirina şanoxaneyan, navendan perwerdeyî û pirtûkxaneyan.
Deh, amadekirina ferhengên baş û dirist, herweha pirtûkên fêrkirina gramerê yên baş û ji aliyê rêzimanên akademî ve hatine amadekirin.
Yanzdeh, dîtina çareyan ji bo birêxistina derfetên kirîna rojnameyan, pirtûkan, kovaran û xwedî derketina li berhemên nivîskî.
Van tevdêran û yên din girîng in ji bo misogerkirina, rizgarkirina Kurmancî ji tehlûkeya helandinê yan herimandinê. Û daku ev ziman ji bo nifşên siberojê bimîne me ye de.

Pêşkêşker: Spas mamoste ji bo beşdariya di beşê duyemîn û dawîn yê vê mijarê de.

Mamoste Soreklî: Hêvîdarim naverok sûdmend û balkêş bû ji bo guhdarên dilsoz. Sûdmend bû spas me ye de.

Kesên daxwaz dikin li ser vê lînkê dikarin guhdariya hevpeyvînê bikin:
Here lînkê



17.02.2017 09:51 ~09:53 | rûbar

12. Li ser peyama min nivîskara tirşikê gêjê di nav peyama xwe de lînkê hevpeyvîneke li ser zimanê Kurdî û bi taybetî jî li ser zarawayê Kurmancî daye. Min jî vê hevpeyvînê wek nivîsar amade kir. Fermo bixwînin;

-Bêjer: Mamoste Şahîn Bekir Soreklî rojbaş. Spas dikim ji bo beşdariya di mijarê îroj de. Wek nivîskar û perwerdekar baweriya te ev e ku Kurmancî yek ji beşên girîngiyên zimanê Kurdî di tehlûkeyê de ye. Ji bo çi?

-Mamoste Soreklî: Dema te û guhdarên hêja şad be roze. Pêşekî şîrovekirineke Kurd, Kurmancî yek ji beşên zimanê Kurdî yên kevnar e. Weke dizanî û piraniya berhemên wêjeyî yên pêş bi sedan sal bi Kurmancî hatine nivîsandin. Kurdistan wek dewleteke yekgirtî dîroka nûjen de nebûye. Lê rewşa siyasî û ya perwerdeyî ligel wê jî li beşê Kurdistanê ji hev cuda bûn. Ji çak wextî li Kurdistana Iraqê, li Başûrê Kurdistanê ligel hemî stemkariya demên paş jî ji aliyê zimanê ve, ji aliyê zimên ve bêtir fersend hebûn ji bo peşvexistina berhemên nivîskî. Li Kurdistana Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê dîsa ligel hemî stema hebû firsendên ji bo soraniya nivîskî çiqas ne wek yên li Başûr bin jî, ji yên bi Kurmancî hebûn, baştir bûn. Li heremên Kurdî yên bakurî ku li dû ketina Dewleta Osmanî bûn ji beşeke ji Komara Tirkiyeyê. Stemeke mezin li zimanê Kurdî bû û hemî fersendên pêşvexistina şêweyên nivîskî hatin berbendkirin. Û li Tirkiye alfabeyeke nû hat holê. Alfabeya Tirkî ya Latînî dawî da alfabeya Osmanî ya Erebî. Bi encama van guhertinan û ji ber siyaseta asîmîle kirinê, zimanê Kurdî li vir ket nav tehlûkeyeke mezin. Li heremên binxetê yên ku berê bi ser heremên bakûrî ve bûn û li dû ketina dewleta Osmanî bûn beşeke ji Sûrîyeyê, zimanê devokî ma lê zimanê nivîskî pêşveneçû. Ji salên heştêyan(1980) û vir ve bi pirani bi sayiya jimareke jo nivîskarên Kurmanc yên xwe gihandibûn derve Kurmanciya nivîskî ya di fikranê de jat vejandin. Lê di nav xelkê de bi şêweyeke berfireh pêşveneçû. Çiqas jimara xwendevanan piçekî zîyade bibe jî jimar negihişt bi milyonan. Niha bersiva pirsyara te, hîn jî rojnameyeke yan pirtûkeke ku ji aliyê hema em bibêjin milyona Kurmanca pê dixwendin li holê niye. Li bakûr û li heremên binxetê piraniya Kurmancan nexwendeyên zimanê xwe ne. Pêwendiya di navbera çalakvanên medyaya civatî de wek facebookê bi piranî bi Erebî û Tirkî ne. Evên bi Kurmancî dinivîsînin çend kesin ku bawerim jimara van nagihê pêncî kesan, ne tê de ye, yên din tenê hevokên Kurd dinivîsînin ku piraniya caran tijî şaşî ne. Xwendegehên ku mamosteyan fêrî Kurmancî û metodên fêrkirina zimên bikin nînin. Kurdologên ku bi rêya nexistineke xwedî otorîte Kurmancî ber bistandereke rêkûpêk bibin nayên dîtin. Hinek kesên bêzanîneke akademîk derbarê zimanan de wiha dizanin Kurmanciya van baş e xwebixwe dikin pisporên zimanê Kurdî. Li aliyê bakûr gelek kes li malên xwe û bi zarokên xwe re bi Tirkî dipeyivin. Di nav hinek kurdên binxetê de ziman tijî peyvên Erebî bûye. Heta bi hinek berpirsan ve ne bi Kurmancî bi "Eremancî" dipeyivin Barê xwe bide vê nimûneyê vê roza;
Barê xwe bide vê nimûneyê vê roza; ''Me dû li îştima muşterek peymaneke siyasî neşir kir û tewzîh kir ehzabên cebha me hadîsa qewimî întînsar dikin.'' Di hevoka wek nimûne hatî dayînde ji nozdeh peyv û tîpan yanzdeh ji koka peyvên Erebî ye. Tenê heşt peyvik û tîpên wek dû, kir, û, me û yên wek van bi Kurmancîne vê roja.

-Pêşkêşker: Mamoste hinek wisa bawerin ku Kurmancan bi sedan salan zimanê xwe bi şêweya devokî domandin. Lewma Kurmancî ne di tehlûkeyê de ye û ev dê bidomînî. Dîtina te derbarê gengeşeyên wiha de çiye?

-Mamoste Soreklî: Beşê yekemîn ji vê gotinê rast e. Lê ne beşê duyemîn. Çima? Ta salên hezarûnehsedûşestan(1960) û salên hezarûnehsedûheftêyan(1970) piraniya Kurmancan li çiya û newal û deştên welatê xwe ji bandorên derveyî parastî bûn. Li gundên û zozanên tenê Kurmancî hebû. Li gelek bajarokên Kurmancan tenê me'mûrên şûnbilind û cendermeyan bi Kurdî nedipeyivîn. Le heta bi zarokan van ve bi derbasbûna demê re dibûn Kurdîziman. Xelk hema hema tevahî ji bandora cîhana derveyî parastî bû. Û xwendegehên dewletê bisînor bûn. Lê di nav çil salên çûnî de cîhan bi awayekî bêhûde hat guhertin. Û heremên Kurmancan beşekî ji cîhana biçûk. Radyo, televziyûn, xwendegehên Tirkî û Erebî, rojnameyan, bi hezaran weşanên înternetî û satalêtî xwe gihandin heremên Kurmancan. Lê xwendegehên bi zimanê Kurmancî di vê deryaya pêwendî girêdanê û berfirehbûna zanistiyê de bêrol man. Ji aliyê wêjeyî ve hema hema hemî şêweyên nivîsandina Kurmancî ket nav sînorekî gelekî teng. Û di nav milyonan Kurmanc de belav nebû. Hîn bi ser de bi milyonan ji Kurmancan ji ber sedemên cûrbecûr koçê bajar û bajarokên welatên ewlê kirin. Yan sînor derbas kirin û xwe gihandin Ewropayê, Amerîka heta welatên dûr weke Aûstralya. Zarokên wan ji Kurmanciyê êdî dûr ketin. Dîrok rave dike bi sed hezaran heye ku bi milyonan ji Kurdên di sedsalên par de welatên xwe li şûnê hiştin hemî heliyan. Heta evên çûn warên nêzik yên wek Şamê, Amanê, Qahirêyê û Stembolê û Enqereyê ew jî heliyan. Ger hinek ji wan ten li paşeroyên xwe yên Kurdî xwedî derkevin jî ziman û çanda wan nema Kurdî ye. Lewma gotina ku Kurmancî ne di nav tehlûkeyê de ye ne dirust e. Çimkî Kurmancî nema bi şêweya devokî pêşvediçe ye. Û şêweyê nivîskî gelekî li paş maye. Û li vir ragihînim ku rewşa Dimilî, rewşa Zazakî hîm xirabtir e ev roza.

-Bêjer: Yek şemale pêş emê mijarê bidomînin. Û ji mamoste Soreklî bipirsin ka carê ji bo derhanîna Kurmancî ji tehlûkeyê çi ne?

Jixwe di serî de ji aliyê gêjê ve lînkê hevpeyvînê hatibû danîn lê ger hûn dixwazin li ser vê lînkê dikarin guhdarî hevpeyvînê bikin:
Here lînkê



16.01.2017 20:01 ~21:06 | rûbar