Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan] de;

16. Gava diya min nexweş bû êvarê na lê nikaribû şeveqê rabê taştê amade bikê. Ew karê min bû. Min çêdikir. Û dema meha remezanê paşîvê jî min amade dikir. Ji nan û avê hetanî hêk û bacan û nizanim xeyara hemû tenê min danî û pê re herkesî şiyar dikir. Pişt re jî firaxan herî zêde xwişika min dişûşt min jî sofre dirakir carinan jî min dişûşt. Pê re gava ku ez li mal im di her sê danan jî sofrê ez dideynim û firaxan tînim û dibim. Nan tînim av tînim, dibim. Kevçî û badînan rêz dikim. Yanê hema çi nîn e çi lazim be ez jî alîkar dibim em bi hev re çêdikin. Carinan erdê bi gêziya ceyranê re dimalînim, paqij dikim. Heta heta wîleda dibêjin, ewî jî min ne zehf lê çêkiriye. Carinan malê didim hev. Diçim market û bazaran. Nan dikirim.
Ji bo zilamtiyê jî kes nikare li ser gotinê min de tiştek bibêje. Di nav malbatê min û hevalên min de jî insanan ji min şerm dikin, dipelikînin. Ez li hemberî wan jî sofrê dideynim, dirakim. Çay tînim. Servîs dikim. Sofre paqij dikim. Şekalê wan dirakim, dideydim. Lê dîsa jî li hemberî min ne rihat in. Çawa ne rihet in yanê dixwazim bêjim ji min fedî dikin, her tiştî nikarin bêjin, henekê ku li her kesê re dikin nikarin bikin. Hezkirina xwe zêde hêsanî nikarin nîşan bidin. Li hember min wilo giran in.
Yanê arîkarî dana mirovan ji mêrîtiyê mûyek nabirê. Berovaji mirov hêj mêr dibê, dibe şa mêran.
Jixwe di navbera insan û heywanan de têveliyekî herî girîng piştgirî û alîkarî ye. Insan alîkariya û piştevaniya hev dikin. Ezperest nîn in. Heywan egoîst in. Tenê ji boy xwe dixebitin, tevizandî ne. Ji nav ajelan de jî herî zêde egoîst, tevizandî û xwerenedît beraz e. Ji ber wê yekê ji bo insanên ku tenê ji xwe re xwaz in û xweparêz in dibêjin wekî barazan e. Yan jî dixun û vedixun nabêjin pêşmirovên me çi dixun, cîranên me çi vedixun re wekî beraza dixwin tê gotin. Ewan jî şa beraz in. Ez çi bikim ewan hilbijartineke wisa pêk tînin.

Edît: birina ser nivînan na lê belê amadekirina taştêyeke xweş insan li gorî min carinan divê bike.Min evê jibîr kirî bû: ).



24.05.2017 15:10 ~15:19 | rûbar