Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kampanyaya rakirina zayendên zimanê kurdî] de;

31. Ez jî bi xêra tirşikê gelek hînî nivîsandina kurdî bûm. Ez jî jê hin mijaran guman dikim û nizanim qey ez rast dinivîsim an na. Babeta zayendî jî yek ji van e.

Sererastkirina ziman rasterast bi perwerdeya domdar û birêkûpêk re têkildare. Wisa wek bêsîstematîk û bêdewamî bere bere ziman tê asîmîle bûn û ji bîr kirinê. Perwerdeya birêkûpêk û dewamî pewîste dibe standardîze kirin. Nexwe kesên ji wanî ji êlîhiyan nikare fêm bike. Li ber rûyê hevdû şaş û sergêj bimînin. Lê ev standardîze kirin divê rastkirî be û dikare werê sepandinê.

Bikurtebirî ziman divê werê parastin. Ligel parastinê ziman divê werê standardîze kirin. Digel perwerdeya birêkûpek û domdar ji sedî not pirsgirêkên ziman di demekî kurt de werê çareserkirin. Bi zeman re digel wesfdar bûna perwerdeyê ev girêkên mayî jî hêdî hedî dê dibe vekirin.

Derman ne guhertina ziman e, derman hevotin û hînkirin e. Di her derfetê de vê babetê bînin rojevê. Divê di her zemînê de, di her platformê de piştgirî bidin, bal bikişînin li ser vê mijarê.



14.01.2017 13:34 ~13:43 | rûbar