Tirşik - Profîl
tirşik-profîla apê mihyedîn

profîla "apê mihyedîn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [newala dergûşê] de;

1. Newala Dergûşê, di navbera bajarokê Mûşê ya Qizilxacê û zozanê Şênê de ye.
Dibêjin gava şerê Ûris de, Kurdan berî Ûris dane ji welatê xwe derxistine. Bi Ûris re jî qirkirina ermenîyan destpê kiriye. Şervanan berî Ûris didin û gava ku dizîvirin, li ber newalê dengê xişxişokê tê. Ber pê diçin ku zarokek di dergûşekê de ye û bi xişxişoka xwe dileyîze.
Zarok tenê. Zarok Ermen e. Ermenan revîyane. Zarok li wê maye.
Şervanek ji wan pînek li dergûşê dixe û wê di newalê de hêla dike. Dergûş heta ku disekine jî pêlîstoka zarok dike xişînî. Zarok dimire. Rawiran zarokê dixwin, ji zarokê hestî dimîne. Dergûş rizî dibe. Navê newalê dibe Newala Dergûşê. Anha ne dergûş li wê yê ne jî hestî. Her tişt rizî bû, wenda bu. Bes, navê newalê ma. Mîna mejiyê terr, wisa ma. Rizî nebû.



22.07.2019 18:55 | apê mihyedîn