Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roza

profîla "roza"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [game of thrones] de;

67.

niha qediya, ketime nav valahiyekê... yarebbul alemîn, ew fînal bû? jono, çavbeleko, baş e ku te wê qralîçeyê dîn kuşt yan na wê bi milyonan însan bikuşta. lê mala min bişewite te şandin night's watchê; gere tu bibûya qral... aryayê, lehengê tu aîdê bakûr î keçê, bi ku de diçî? neçe kulîlkê, mirov nizane li cihên ku xerîte jî diqedin çi tê serê mirov; ji xwe re li bakûrka xwe şervanî bike. oy, sansayê rebenê, aferim ji te re keçê! bi xêra te gelê bakûr azad bû, tê rêverbiriyeke azad bikî bo wan înşela. oy brano, berxiko, tu jî bûyî mîrê heft mîrektiyan, eferim ji te re! rabe ned stark, rabe ji gorê û bibîne zarokên te çawa dinyayê birêve dibin! rabe catelyn, rabe zarokên xwe bibîne!



20.05.2019 23:39 | roza

65.

Hemû hêviyên min ên ji jiyanê qut bûn. Vê Daenerysê çawa hemû bajar xira kir, ew qas mirovan kuşt Yarebbîm. Aqilê min nagre, ez ketim şoqê. Ka wê mirovan ji tîranan xilas bikira, ev çi edalet e ew qas mirovên bêguneh mirin? :(



14.05.2019 03:25 | roza

63. min niha 4 beşên sezona dawî li ser hev temaşe kirin. ev çi bû yarebbulalemîn...


bû du sal e min digot van miriyan dê teqez zindiyan biqeliînin lê aryayê dilê min li wan rehet kir yarebbîîîî. û êdî îmana min ji deanerysê çû, ev çi meraqa textê ye, bo jon dewa textê neke çi dike, hela lê binêre. û îmana min ji cerseiyê jî diçû jixwe, min yekcar nefret kir jê, çawa misandeiya reben kuşt law law. agir bi kezeba min ket eynî.
favoriya min malbata stark e, ango bakûr e. înşallah ji bin tahakkuma başûr derkevin. hema aryayê cerseiyê jî bikuşta, min tu tiştek din nedixwest.



09.05.2019 06:04 ~16:25 | roza