Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roza

profîla "roza"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên femînîst] de;

28. dekolte jî qadeke şer e. jin bixwazin çi li xwe bikin, wê ji bo wê jî şer bikin. şerê ji bo kincan ne bêwate ye, ew jî dewama şerê wekheviyê ye. yanî li gel hemû rêzgirtina min a li hember şervanan, femînîzm ne bes şervanî ye. ne hewce ye ku wexta em şervanan bilind bikin jinên ku meseleya wan dekolte ye bixin binê erdê. di sala 2020an de femînîzma taqsîmê jî bi awayekî têdikoşe; bêqîmet nabînim.



12.07.2020 20:55 | roza

26. birastî jî carna li nîqaşên me kurdan heyirî dimînim. civaka navnetewî behsa queer teoriyê dike lê ciwanên kurd (helbet piranî mêr) hêj îddîa dikin ku rewşa jinan di nav civaka kurdan de ji a wan baştir e. axir femînîstên baqil hene ku xwe pêş ve dibin. û ji kerema xwe bila mêr ranebin aqil nedin me ku em ê çawa çalakvanî û siyasetê bikin, em ê çi li xwe bikin û em ê çi bikin. beriya hûn femînîstan rexne bikin herin bi mêrîtiya xwe ya toksîk re bikevin nav hesaban, ka binêrin bi awayê siyasî hûn çi dikin, hûn li hember jinan çawa tevdigerin. erîl erîl neaxivin. *



11.07.2020 22:55 | roza

25. jinên ku ji nav civakeke ew qas bavsalar û kevneperest mîna şêran derketine, mîna şêran têkoşîna azadiyê didin û wê azadiyê bi dest xin. her roj hezar rexne li femînîstan tê kirin lê baş e ku em femînîst guh nadin rexneyên kevneperest, nezan û vik û vala, em li ser riya xwe dimeşin. em ê bibînin: dê kevneperest têk biçin û kurdên femînîst di civaka kurdan de wekheviyê ava bikin. *



11.07.2020 22:48 | roza