Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roza

profîla "roza"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [banksy] de;

1. Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîstanê ye lê kes nizane ew kî ye û navê wî yê rastîn çi ye; anonîm e. Li her derê dinyayê li ser dîwaran risman çê dike. Piraniya rismên wî siyasî ne. Ji New Yorkê heta Fîlîstînê li her cih berhemên wî hene. Û li gelek cihan berhemên wî yên li ser dîwaran didizin û bi milyon dolaran difroşin; ji ber ku banksy li ser berhemên xwe heqê mulkîyetê îddîa nake ev hêsantir e bo kes û muzeyan.
Banksy bo zehra doğanê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî gelek tiştan parve kiribû, li new Yorkê li ser dîwareke mezin rismê wê çê kiribû û daxwaza azadiya wê kiribû.



21.05.2019 13:29 | roza