Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roza

profîla "roza"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dijwariya kurdbûnê] de;

1. li xelkê biyanî dinêrim; li kêfa xwe dinêrin, tehma jiyana wan heye. di nav hizûrê de dijîn, dinya ne di xema wan de ye. belê di nav sîstema kapîtalîst de dijîn û ev pirsgirêkek mezin e lê axir ew mirovên piçûk in, derdekî wan bi dinyayê re nîn e. li me dinêrim, her roj derd û kul... her sal felaketekê li serê me diqewime, zarokên me tên kuştin, dayikên me rastî êrîşan tên... hema mirov rojê carek li nûçeyan binêre jixwe bes e ku mirov ji dinyayê sar be. têkoşîn mêkoşîn li aliyekî, di nav van zehmetiyan de ma kurdekê/kurdekî çawa dikare psîkolojiya xwe biparêze? kurdbûn tişteke pir dijwar e. dijwariyek e ku tu nikarî çareser bikî û hêza te têrê nake, nikarî jiyana xwe ya rojane jî bi awayekî bihizûr bidomînî. ne bo kesek tenê, bo milyonan.



12.05.2019 01:10 | roza