12. EZ MENDALEKÎ ÇAR SALÎ ME, MAMO!
Ez mendalekî çar salî me, mamo!
Ez mendalekî çar salî
Li kolaneka Mehabada xopan mame
Li kolaneka Mehabadê
Kolanên Mehabadê xir û xalî
Roj,
Mîna kiloreka rûnî, ji genimê sorgul
Ku di tendûrê de sorgizirî
Di şebaka me de,
li rojhilat
li esman
ji min re
Wekî bişirandinên dayika min dibişirî
Û
Ez nizanim çawa bû, mamo!
Çarşevek ket navbera me
Mîna cubê Îmam Xumeynî tarî
çarşevek reşvegerî
Û
Mîna tavanê teyrokê
Agir barî
ji balafiran bi diyarî
ya sala mendalan
li me.
Ez mendalekî çar salî me, mamo!
Di sala mendalên dinê de
Ez mendalekî çar salî
70
Li hewşê;
pitik li ber dil,
pitik li hembêz
laşekî,
Laşekî parî bi parî
cenge cenge
ji bombeyên mêtingehkarî
Ew laş yê dàyika min e.
Ez mendalekî çar salî me, mamo!
Ez mendalekî çar salî
Ragihînin Dehakê virnî Îmam Xumeynî
Bêjnê:
Te Mehabadê xopan kir,
lê
Li ser kavilê
wê
mendalekî çar salî
Niha
Bi avakirina Mehabadek nû,
bilî
Ez mendalekî çar salî me, mamo!
Ez mendalekî çar salî
Ez niha malokan çêdikim ji xwe re
Ezê ji malokan ava kim Mehabadê
Mehabadek ku
Ji avahiyên xweydana min xemilî
(min vê helbesta rojen barnas di kovarekî de dîtibû, ez bawer im navê kovarê "gulîstan" bû. min rojen barnas bi vê helbestê nas kir.)
|