Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biaqila malê

profîla "biaqila malê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ahmet güneştekin] de;

7. Wênesaz û nizamçîkê rexneyên li ser tê kirin ne ji ber hunera wî ye , Jixwe mijar huner be dizî kiriye , berhemên wî de întihal hene.

Tu radibe bi navê Kurdan li ser êşên Kurdan pêşangeh vedike û dibêje min xwest behsa dayikên şemiyê , faili meçhûlan, kurdên li kolanan hatine kuştin , qedexeyên li ser zimanê Kurdî û politîkayên bişaftinê bikim lê kesên mîna Ertuğrul Özkök vedixwîne vir, Meral Akşenera ku em dikarin bêjin yek ji kujerên Kurdan e kulîlk dişîne ji karê te re. Ser de jî di pêşengehê de bêhurmetiyê li bîranînan û şûna miriyan dikin. Tu dibê qey şahî ye govendê digerînin. Kes ne li hêviya netewperwerî ye ji Güneştekîn lê tu rabe ji ser êşên Kurdan pere qezenc ke, pêşkêşî kujerên wan bike , li ber bireqise her kes wê bertek nîşan bide. Ev rexne û nîqaşên li ser vê karê tên kirin hêviyên min geş kir rêjeyek piçûk be jî min dît em hê şiyar û li ser xwe ne. Xûyaye bîra Güneştekin ji aliyê hîn kesan ve hatiye kirîn lê hê jî kurdên "bîr"a wan tûj û saxlem hene li ser rûyê dinê. Tevgerên vê hukumetê nayê wê maneyê kemalîst dostên me kurdan e û tiştek li me nekirine. Ev hişmendiya wan e sedsal e xwîna me vedixwin.



19.10.2021 13:21 | biaqila malê