Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biaqila malê

profîla "biaqila malê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [shorbevan] de;

220. Nivîskare ku kes jê re negotiye milyaket e an profeminîst e . Di peyama jorîn de gotinên gelekî nexweş li dij jinan gotiye , rast e. Û têra xwe hatiye lînç kirin jî. Qansî tê bîra min min jî du sê reşik dabû peyamên wî yên bi vî rengî û min jê re jî gotibû. Ew jî wekî piraniya mêran difikire lê pirsgirêka wî durûtiyê nake , eşkere dibêje. Tabî ev nayê wê wateyê ku em piştgirî didin fikrên wî. Tiştekî wisa ne pêkan e. Di dûrxistina wî de tiştên hatibû gotin :
1- Troliyê dike , peyamên vala dinivîse.
2- Kurdiya wî qels e , serê mirov dieşîne.

Ya yekemîn : Ku cîhê trolan di tirşikê de tunebe wê tirşik çawa bibe tirşik ? Ji xwe nivîskarên tirşikê ji sibê heta êvarî li vir atomê perçe dikin , hemû rewşenbîr û ronakbîr û wêjezan û civaknas in...
Ya duyemîn : Kes bi zorê peyamên wî nade xwendin. Û kes ne mecbûr e peyama kesî bixwîne.

Haaa ! Ku wexta shorbevan peyamên mîna jin û seks ê de dinivîsand nivîskariya wî bihata betal kirin belkî bertekên îro - qet nebe ji aliyê Min - cûda biba.

Li gel silavan...



14.11.2016 18:59 | biaqila malê

218. Nivîskarê ku çi hewce be sergijik di derheqê wî de gotiye. Seeta wê xweş be. Piştî vê bûyerê gotina " tirşik ya herkesî ye " pûç û vala derdikeve. Herkes bi armancên cûda cûda li vir e. Hîn nivîskar dixwazin tirşikê mezin bikin , hîn nivîskar dixwazin agahiyên kurdî bi dest bixin , hînek jî dixwazin troliyê bikin. Em dikarin sedeman bi vî awayî rêz bikin. Ku moderasyona tirşikê dibêje bila herkes peyamên kêrhatî , sûdewer û nizanim çi quzzulqurt binivîse bêriya erêkirina çomezbûnê bila ezmûnek çêke û li gorî encamê nivîskaran hilbijêre. Belkî wê çaxê bigihêjin daxwaz û armancên xwe. Û wekî din jî nivîskarek nivîskarekî din aciz kir ew bûtona astengkirinê belasebeb ne li wir e. Bila zilamên me yên qerase shorbevan asteng bikirana û jê xelas bibana.



14.11.2016 11:02 ~11:07 | biaqila malê

177. Nivîskarê ku dixwaze derewek li hustê min ke * ( henek law henek sekan bin gelî gundîno )



31.03.2016 01:16 | biaqila malê

174. Nivîskarê ku demekî îftîra avêtibû min û gotibû " dixwazi min ji xwe re eyar ke " * Min wê çaxê digot ez ê bersiva wî bidim lê encax îro hat bîra min *



30.03.2016 19:51 | biaqila malê